Otobusa ‘Azadî ji bo Ocalan’ li Kopenhagenê ye

Otobusa ‘Pirtûkxaneya Ocalan-Ji Ocalan û ji hemû girtiyan re azadî’ ya ku di 9’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû rê, hate Kopenhagan a Danîmarkayê.

Çalakvanên otobusê yên ku gihiştin Kopenhagê di saetên êvarê de beşdarî panelê bûn a ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan hate lidarxistin. Di panelê de Latîfe Guzel li ser jineolojiyê pêşkêşiyek kir.

Otobusa ku ji Strasboûrgê derketibû heta niha çû hin bajarên Fransa, Belçîka, Hollanda û Elmanyayê.

Di panelê de Hevseroka Giştî ya KCDK-E’yê Fatoş Goksungur, Parlementera Partiya Alternatîf a Danîmarkayê Ûlla Sûnneberg, şaredarê kevn ê Kopenhagê Vîllo Sîgerson û şervanê berê yê YPG’ê Tommy Mork axivîn.

Goksungur şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anî û diyar kir ku ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî cîhanê bikin ev 23 roj in li ser rêyan in.

Parlementer Soneberg jî got ku, “Ligel ku ez li dijî derbeyan im, lê ez ne li dijî derbeya li hemberî Erdogan im.”

Şervanê YPG’ê Tommy Mork ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiribû diyar kir ku felsefe û fikrên Ocalan îro li Rojava di pratîkê de ye. Mork diyar kir ku gelê Kurd deyndarî Ocalan e.