Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Orhan Elma hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Orhan Elma ê di şerê ku duh di kêtîna navçeya Kerboranê de pêk hat, şehîd bibû ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Orhan Elma (Rodî Heyrî) ê yek ji 2 kesên ku duh di şerê ketina navçeya Kerboranê de şehîd bibûn, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û veşartin.

Malbatê cenazeyê Elma bi wesayîta cenazeyê birin taxa Marînê ya navçeya Nisêbînê. Cenazeyê Elma ji aliyê xizmên wî yên li gund ve hat pêşwazîkirin.

Cenaze birin goristana gund û li wir ji aliyê malbat û xizmên wî ve hat veşartin.