Orgeneralê teqawît Başer: PKK’ê DAIŞ paşde xist

Orgeneralê teqawît Başer: PKK’ê DAIŞ paşde xist

Orgeneral Edîp Başer ê demekê serkêşê koalîsyona sêalî ya Tirkiye, DYA û Iraqê ya li hember PKK’ê hatibû avakirin got ku ji ber desteka ji DAIŞ re dinya Tirkiye wek ‘dewleta terorîst’ dibîne, li hember DAIŞ’ê PKK û PYD bi ser ketine û DAIŞ paşde xistine.

Orgeneralê teqawît Edîp Başer, tevlî bernameya “Rojev Taybet” a Gulgun Feyman a di Ulusal de Kanal de bû. Edîp Başer, der barê "Pêvajoya Çareseriyê”, DAIŞ, PKK û polîtîkaya Tirkiye ya li hember Sûriye daxuyanî da.

Orgeneral Başer ê koalîsyona sêalî ya di navbera Tirkiye-DYA û Iraqê de bi rê ve dibir diyar kir ku ji ber piştgiriya ji DAIŞ re di nav raya giştî ya navneteweyî û li gor krîterên NY di asta ‘dewleta terorîst’ de ye.

Başer di dewama axaftina xwe de got ku PKK di şerê li  hember DAIŞ’ê de bi serketî ye. Edîp Başer da xuyakirin ku pêşmergeyan û artêşa Iraqê çekên xwe berdane û reviyane û wiha axivî: "PKK û PYD’ê gelekî li ber xwe dan û gelek deveran DAIŞ paşde xistin.”