Oprasyonên qirkirinê yên AKP’ê didomin

Li Stenbol, Îzmîr, Amed û Agirî binçavkirin û girtin didomin

Hikûmeta AKP’ê, li Bakurê Kurdistanê sivîlan qetil dike, her wiha li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyonên qirkirina sîyasî didomîne.

STENBOL

Polîsan vê sibehê li taxên Fatîh, Eyub û Kuçukçekmece avêtin ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê xwendekarên Zaningeha 9 Eylul ji bo sedema du mehiya Qetlîama Enqereyê li pêşiya Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn, , kesên ku di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û qatlîam bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Xwendekaran bi dirûşman qetîlam şermezar kir, yekîneyên ewlekariya taybet û polîsên sivîl êrîş kirin. Polîsan, 15 xwendekar derb kir, binçav kirin.

Xwendekarên hatin binçavkirin birin Emniyeta navçeya Îzmîr ê.

Li aliyê din, komek ji Endamên Kolektîf a Xwendekaran, ji bo protestokirina Qetlîama Enqereyê, trafîka cadeya ku li pêşiya avahiya AKP’ê ya Navçeya Konak li çûyin û hatinê girtin. Xwendekaran pankarta “ Ciwan wê ji qatilan hesab bipirsin” hilgirtin, dirûşmên “ Qatîl DAIŞ û hevkar AKP” û “Ciwan wê ji qatilan hesab bi pirsin” qîr kirin. Gel bi çepikan piştgirî da xwendevanan, polîsan jî êrîş kir û 3 kes binçav kirin.

AMED

Di serdegitinên malan ya di 8’ê Kanunê ya li navçeya Pîran a Amedê de, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê Pîranê Remezan Adînç, kesek bi navê Azîz Akdag û rojnamevanê DÎHA Remezan Akogûl binçav kirin. Di saetên şevê lêpirsîna 3 kesan li Fermandariya Jenderme ya navçeyê bi dawî bû, birin Edliyeya Pîranê. Piştî îfadeya 3 kesan hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya Akogûl a li dadgehê, serbest hat berdan, bi îdîaya “ Endamê rêxistinê ye” Andîç û Akdag hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. 

AGIRÎ

Li navçeya Bazîd a Agiriyê, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP’ê Îsa Karahan hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li Navenda Polîsan a Ûlûyol sewqî Edliyeya navçeyê hat kirin. Karahan bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, bi îdîaya “ Endamê rêxistinê ye” hat girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Agirî.