Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin

Operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin

Li Nisêbînê gel ji bo şermezarkirina operasyonên binçavkirin û girtinê meşiya.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya TUHAD-DER û DBP'ê gelek welatî li kolana Şîrînê ya Taxa Firatê li hev kom bûn û ber bi parka Mîtannî dest bi meşê kirin. Girse di meşê de dowîzên "Çareserî bi girtina ciwanên Kurd çareser nabe" hilgirtin. Li ser navê girseyê nûnerê TUHAD-DER'ê M. Emîn Alkan axivî. Alkan diyar kir ku hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û hikûmeta AKP'ê de didome û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gav navêje. Li şûna ku ji bo domandina pêvajoyê gav bavêje û çareserî pêk were di nava hewldana têkbirina pêvajoyê de ye. Di vê pêvajoyê de her tiştên ku ji destê wê hat kir û hê jî kalekol, bendav, HES'an çêdike."

Alkan destnîşan kir ku ciwanên Kurd ji bo domandina pêvajoyê têdikoşe lê hikûmet bi awayekî hovane êrîşî ciwanan dike û qetil dike. Alkan ev tişt anî: "Ev nêzîkatiya AKP'ê me dixe nava fikaran. Di aliyê pêvajoyê de tu hêviya nade me. Ji ber vê yekê em bang li AKP'ê dikin ku ger ev pêkanîn bidomin dê AKP û hemû kes zirarê bibînin. Divê demildest dest ji vê pêkanînên neyînî berde û divê dawî li qetilkirin û binçavkirina ciwanên bîne."