Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Mêrdîn Qoser û Şemrexê, polîs û jendermeyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Mêrdîn Qoser û Şemrexê, polîs û jendermeyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Li Kocaeliyê jî zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Mêrdîn Şemrex û Qoserê, polîs û leşkeran avêtin ser malan. Li Şemrexê jendermeyan bi carê ve avêtin ser gelek taxan û di serdegirtinan de welatiyên bi navê Cemal Çelîk, Dogan Yaşar, Acîre Yaşar, Alaatîn Yaşar, Aydin Yaşar, Hîkmet Eres, Cafer Eres, Abdullah Eres, Bûrhan Eres, Fethûllah Eres, Mehmet Şîrîn Acar û Mehmet Halîs Elîş hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku welatiyên hatine binçavkirin birine Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Şemrexê. Li Qoserê jî polîsan avêtin ser gelek malên li taxa Îpekê. Der barê hejmara kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin de agahiyeke zelal nehat bidestxistin. 

LI KOCAELIYÊ ZÊDEYÎ 20 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Kocaeliyê, di operasyona danê sibehê de zêdeyî 20 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên li navçeyên Îzmît, Darica, Çayirova, Gebze û Dîlovasi hatin binçavkirin, birin Qereqola Kocaelî Kaşkal Dere. Di nava binçaviyan de Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Dîlovaci Metîn Dûrsûn jî heye.

Li Stenbolê jî 17 jê zarok 20 kesên duh hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.