RIHA
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê Ekrem Erdiî, Huseyîn Erdîl, Muslum Kahraman, Abdullah Kahraman û Mehmet Ok ên ku di 25'ê çileyê de ji ber parvekirinên li li ser çapemeniya cîvakî de hincet hatine nîşandan û hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. Muslum Kahraman, Mehmet Ok, Ekrem Erdîl bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatin girtin.
MERSÎN
Li Mêrsînê jî li navçeya Tarsusê di operazsyona li dijî HDP'iyan de Hevserokê HDP'ê yê Tarsusê yê berê Orhan Çakmak hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Orhan Çakmak nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.
ŞIRNEX
Li gundên Hêtma, Şehrika û Şewê yên navçeya Basa ya Şirnex leşkeran bi ser gelek malan de girt û welatiyê bi navê Selahattîn Gok binçav kirin. Sedema binçavkirina Gok nehat zanîn. Gok birin Qereqola Cerdirmeyan a Basayê û li wir tê girtin.
AMED
Li navçeya Sûrê li ser 'Îxbarê' polisan 3 jin binçav kirin. Komek polîs şevê din bi ser malekê de girtin û 3 jin binçavkirin. Polisan li kolana Muze ya Taxa Cami Kebirê bi îdîaya "îxbar heye" bi ser malekê de girt. Polîsan di serdegirtina malê de 3 jinên bi navê Asli Yetişir, Leyla Bayram û Nupelda Yaşar binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Her wiha dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li ciwanê 18 salî Hamza Tunç ê dema ji ber şer û qedexeyan ji Sûrê derket û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin 7 sal û 6 meh ceza birî.
HATAY
Di operasyonên qirkirina siyasî ya roja 18'ê Çîleyê li naveçeyên Îskenderûn, Antakya û Samandag yên Hatayê 38 endamên partiyên siyasî, sazî û sedikayan hatibûn binçavkirin lêpirsîna wan dewam dike. Piştî ku îfadeya 38 kesan hatî girtin tê payîn ku sewqî dozgeriyê were kirin. Ji kesên hati girtin Îsmaîl Sert rakirine nexweşxaneyê.