Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 22 girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk dewam dikin. Ji welatiyên li Sêrt, Êlih, Semsûr û Bedlîsê di serdegirtinan de hatin binçavkirin 22 kes bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk dewam dikin. Ji welatiyên li Sêrt, Êlih, Semsûr û Bedlîsê di serdegirtinan de hatin binçavkirin 22 kes bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.

SÊRT

Polîsên tîmên taybet duh danê sibehê avêtin ser malên li taxên Çal, Bariş, Conkbayir, Dûmlûpinar û Affetê û welatiyên bi navê S.O., Z.E., Mucahît Ozhan, Bariş Tûncay, Tajdîn Çaglar, Sîpan Batûr û kesekî navê wî nehat zanîn kirin binçavan. Piştî rastgirtina li emniyetê binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin, li û wergirtina îfadeyê ji aliyê dozgeriyê ve 7 kes ji bo bên girtin radestî dadgeha nobeda hatin girtin. Dadgehê jî welatiyên bi navê Sîpan Batûr, Bariş Tûncay, Tajdîn Çaglar, Mucahît Ozhan û Z.E. bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' girt û du kes serbest berda.

SEMSÛR

Li Semsûrê 14 kesên di operasyonan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê danê sibehê sewqî edliyeyê hatin girtin. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyan 5 kes ji bo kontrola edlî, 9 kes jî ji bo girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar kir. Alî Taşar, Şevket Sonmez, Şeyho Karataş, Nûsret Erbay, rêveberê HDP'ê yê navçeya navendî Abdûrrahman Çalişir bi şertê serbestiya bi kontrol hatin berdan, Hevserokê DBP'ê yê navçeya navendî Abûzer Kuçukşahîn û Sînan Doymaz, Bariş Coşkûn, Kemal Yeşîlçayir, Lutfu Yoldaş, Mahmût Ozan Harmanci, Mazlûm Harmanci, Serdar Kuçukşahîn hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê hatin bicihkirin.

ÊLIH

Li Êlihê 7 kesên bi hinceta beşdarî çalaiyên protestokkirina YSK'ê yên sala 2011'an bûn duh hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê îfadeya binçavkiriyan girt û ji bo bên girtin sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Êlihê kir. Dadgehê Mûrat Kûyûmcû, Serhat Ekîncî, Orhan Dûmak, Abdulakdîr Çelebî, Mehmet Çelebî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' girt û Îzzet Kardaş û Hasan Demîrel serbest berda. 5 kesên hatin girtin li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê hatin bicihkirin.

BEDLÎS

Li navçeya Bedlîs Xelatê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Alaaddîn Tokova, Fesîh Guneş, Erol Ozkan, Nazmî Koçer, Sedat Ak, Maşûk Çîçeklî, Yaşar Baş, Kamûran Tokova û zarokê bi navê C.G. 816) ên di serdegirtinên malan ên 3'ê Tebaxê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqîd Edliyeya Bedlîsê hatin kirin. Piştî kar û barên li dozgeriyê Nazmî Koçer, Sedat Ak, Maşûk Çîçeklî, Yaşar Baş, Kamûran Tokova û C.G. hatin berdan. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Alaaddîn Tokova, Fesîh Guneş û Erol Ozkan bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û li Girtîgeha Bedlîsê hatin bicihkirin.

QERS

Hevşaredar Dîgorê Şengul Erkmen, Hevserokê HDP'e yê navçeyê Oner Bûldû, endama Meclîsa Şaredariya Qersê ya HDP'yî Guldane Kiliç, rêveberên HDP û DBP'ê û rêveberên KA-YODER bi giştî 16 kesên di 5 Tebaxê de di serdegirtinên malan ên li navenda Qers, navçeyên Dîgor, Qaxizman û Selîmê hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 16 welatî bi şertê serbestiya bi kontrol, hatin berdan.