Operasyonên qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin û 2 kes jî hatin destgîrkirin

Li Agiriyê 5 kes hatin girtin, li Mûş û Mêrsînê jî 2 kes hatin destgîrkirin. Li Êlihê jî ceza li rojnamegerekî hate birîn.

Li navend û navçeyên Bazîd, Dutax û Avkevir ên Agiriyê, polîsan duh di saetên serê sibê de bi ser malan de girtibûn û 11 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destgîr kiribûn. HDP’iyên îro sewqî edliyê hatin kirin û îfade dan dozger, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 rêveberên HDP’ê hatin girtin û 6 kesê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Navê kesên hatin girtin wiha ne: “Rêveberên HDP’ê yên Bajêr Kazim Aslan û Celal Kurkçu, rêveberê HDP’ê yê Bazîdê Farûk Sevkan, Hevseroka Avkevirê ya berê Elîf Aslan û û Encumenê HDP’ê yê navçeya Dutaxê Îrfan Aslan.”

MÛŞ

Li Milazgira Mûşê endamê HDP’ê yê meclîsa şaredariya Milazgirê Sema Tekîn hate destgîrkirin.

ÊLIH

Nûnerê berê yê rojnameya Azadiya Welat a ku bi KHK’yê hatibû girtin, Denîz Kiliç jî rûniştina doza wî pêk hat.

Dadgehê bi îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 3 sal û mehek cezayê girtîgehê lê birî.

MÊRSÎN

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Firat Oksuz, gava bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî ji bo îfadedayînê çû Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hat destgîrkirin.