Operasyonên qirkirana siyasî : 18 binçavkirin, 2 girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê de 18 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê de 18 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê de 18 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
WAN
Li navçeya Ebexê ya Wanê di serdegirtinên malan de 3 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. 3 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin Selamî Koç bi şerta kontrola edlî hate berdan, Hevserokê DBP'ê yê berê Abbas Atsak û Cengîz Koç jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
STENBOL
Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê çeteyên Qesrê bi ser gelek malên li taxa Karayollari de girtin. Di serdegirtinan de hate hînbûn ku lêgerîn berdewam dike û der barê hejmara binçavkirinan de agahi nehat girtin.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta polîsan a Stenbolê ya cadeya Vatanê.
RIHA
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî di serdegirtinên malan de Hevserokê DBP'ê ya Wêranşarê Hoşnav Ata û rêveberê DBP'ê yê Curnê Reş Hurriyet Sayman û jina bi navê Şemsê ya paşnavê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.
Kesên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Wêranşarê.
KUTAHYA
Li navçeya Tavşanli ya Kutahyayê komên nijadperest ên bi hinceta ala hatiye şewitandin êrîşê karkerên kurd kirin piştî vê bûyerê jî li dijî malên xwendekarên welatparêz û demokrat operasyon pêk hat.
Di serdegirtinan de 15 xwendekarên Zanîngeha Dumlupinarê hatin binçavkirin. Xwendekarên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta polîsan a Kutahyayê.