Operasyonên nelêrêtiyê: Sektora avahiyan bi fikare
Operasyonên nelêrêtiyê: Sektora avahiyan bi fikare
Operasyonên nelêrêtiyê: Sektora avahiyan bi fikare
Operasyona nelêrêtî û ruşvetê ya Tirkiye hejand, sektora avahiyan jî dihejîne. Nûnerên sektoran diyar kirin ku dibe ku ev operasyon baweriya bikarhêneran xera bike û ji ber vê dê karê wan jî bi bandor bike. hinek şîrketan ji niha de bi mîlyonan dolar di borsayê de wenda kir.
Wall Street Journal di serwîsa xwe ya tirkî de cih da operasyonê û diyar kir ku Avahiya Emlaqê ku Midûriyeta Giştî ya Polîsan gazî kiriye, bi fikare.
Endamê Lijneya Rêveberiya Şîrketê Haluk Sur da zanîn ku nirxê şîrketê ya di borsayê di piyasayê de 1,6 mîlyar lîra wenda kir.
Sur da zanîn ku ji duh de bi 10 kesên biyanî yên razemenî kirine re axiviye û hevkarên wan gotiye ku me bi mîlyonan dolar razemenî kiriye, dê niha çi bibe?. Sur der barê vê de fikarên xwe anîn ziman.
72 saetên pêş ji bo Avahiya Emlaqê pir krîtîke û got ji sedî 50’yê şîrketê di bin kontrola cemawerî de ye.
Serokê Lijneya Rêveberiya Înşaata Dumankaya Ugur Dumankaya, got bandora operasyonê ji niha de hatiye dîtin.
Serokê Konu Der’ê Omer Faruk Çelîk jî operasyon di demeke ku firotina avahiyan rawestandiye de pêk hatiye û got ev pirsgirêk dê zêde bandorê li ser sektorê neke.