Operasyona Mûsilê û rewşa dawî ya herêmê
Nîqaşên li ser operasyona Mûsilê û tevgera leşkerî a li herêmê dewam dikin. Ji pêr ve, artêşa Iraqê leşkeran vediguhezîne eniya Hewîja ya li aliyê Kerkûkê...
Nîqaşên li ser operasyona Mûsilê û tevgera leşkerî a li herêmê dewam dikin. Ji pêr ve, artêşa Iraqê leşkeran vediguhezîne eniya Hewîja ya li aliyê Kerkûkê...
Li heman herêmê, duh (13'ê Cotmeha 2016) êrîşên hewayî û liv û tevgera helîkopteran rû dan. Hawîja ji bo rizgarkirina Mûsilê weke deriyekî girîng tê pênasekirin.
Veguhastina ber bi Hawîja ve rewşeke girîng e, lê nayê wateya operasyona ber bi Mûsilê ve. Hin çavkanî dibêjin, operasyon wê di 10 rojên dawî yên meha Cotmehê de dest pê bike. Lê şert û mercên leşkerî û siyasî yên li herêmê, ji bo vê operasyonê hê ne amade ne.
Konsensusa siyasî û amadekariyên leşkerî ku ji bo rizgarkirina Mûsilê girîng e, xuya ye wê demekê dewam bike. Ji bo pirsa 'Mûsil wê bi çi rengî ji destê DAIŞ'ê bê derxistin û piştre wê ji aliyê kê ve were birêvebirin' hê bersivek nehatiye dayîn. Ji ber ku pirsgirêk li dora maseyê nehatiye çareserkirin, li qada şer bersiva xwe nabîne. Ji xwe hêza leşkerî ya operasyoneke bi vî rengî bimeşîne, hê nehatiye avakirin.
SEDEMÊN LI PÊŞIYA OPERASYONÊ ASTENG IN
Sê sedemên bingehîn hene ku li pêşiya operasyona Mûsilê asteng in û nahêln dagirkeriya DAIŞ'ê biqede.
Yek: Şerê berjewendiyan ê navbera hêzên xwecihî, herêmî û navneteweyî. Nakokiyên siyasî û dîplomatîk ên ji ber vê yekê derketine holê.
Du: Gefa leşkerî ya Tirkiyeyê û hevkarên wê yên herêmî.
Sê: Li herêma operasyon lê bê kirin, zêdeyî mîlyonek sivîl dijîn. Parastin û bicihkirina van sivîlan li herêmên ewle.
Di dewama van sê sernavên bingehîn de gelek pirsgirêkên din dikarin bên nîşandan. Dema mirov li pozîsyona aliyan dinêrin, rewş zelaltir xuya dike.
DYA Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ
Amadekariyên ji bo operasyoneke gengaz a li Mûsilê, ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya DYA ve tê kirin. DYA bi hemû aliyên li herêmê re dide û distîne. Lê belê weke mûxatabê siyasî rêveberiya Bexdayê nîşan dide. Ji bo DYA'yê operasyona li dijî DAIŞ'ê, ji komkirina hêzên li herêmê li dora maseyê 'îqnakirina wan' zehmetir e. Dixwaze bi Şîa, Sûnî, Kurdan û hêzên din re operasyona hevpar lidar bixe. Dixwaze Mûsil bikeve bin kontrola Bexdayê. Û mîna her carê, hewl dide berjewendiyên xwe yên li herêmê zexm bike û xwe weke 'hêza rizgarker' nîşan bide. Koalîsyon jî ji polîtîkayên Washîngtonê cudatir tevnagere.
RÊVEBERIYA BEXDAYÊ
Hikûmeta Ebadî bi DYA û Îranê re dixebite. Heta cihekî qebûl dike ku hêzên milîs ên Heştî Şabî ku ji aliyê Îranê ve hatiye avakirin, tevlî operasyonê bibe. Bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re li hev kiriye. Tevî ku Bexdayê heta niha bi rengekî fermî eşkere nekiribe jî, qebûl dike ku hin hêzên herêmî yên ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve hatine perwerdekirin, tevlî operasyonê bibin. Ji xwe erka van hêzan parastina cih û warên xwe û têkbirina gefa DAIŞ'ê ye.
TIRKIYE
Tirkiye di pozîsyoneke welê de ye ku ji bo rewşa heyî û siberoja Mûsilê gelekî xetere ye. Leşkerên li Başîkayê bi cih kiriye û komên bi navê Heşdî Wetenî ku bi xwe perwerde kiriye, bi qasî DAIŞ'ê xetere ne. Tirkiye dixwaze Mûsil radestî hêzên Erebên Sûnî yên bi navê Heşdî Wetenî were kirin. Ji aliyê ramanî ve ti cudahiya van koman ji DAIŞ'ê nîne. Li gelek herêman bi DAIŞ'ê re ne, tifaqê dikin.
Yekane hevkarê Enqereyê yê li Mûsilê, waliyê berê yê Mûsilê Nûceyfî ye. Bi rêya malbat û derdora Nûceyfî, Heşdî Wetenî bi rêxistin kir. Waliyê berê yê Mûsilê ew kes e ku di şevekê de bajar radestî DAIŞ'ê kir. Nûceyfî, hefteyek beriya Mûsilê radestî DAIŞ'ê bike, li Enqereyê bi Tayyîp Erdogan re rûniştibû. Piştî dagirkirina Mûsilê, li Hewlêr, Enqere û Stenbolê ma.
Kesên ku Tirkiye dibêje 'Mûsiliyên me ew perwerde kirine' endamên Heşdî Wetenî ne û ev kes jî bi ser waliyê berê yê Mûsilê Asîl Nûceyfî ye, ku Nûceyfî ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve ji wezîfeyê hatiye girtin. Li Iraqê ne fermî ne. Tirkiye dixwaze bi rêya van koman Mûsilê kontrol bike.
Di bingeha polîtîkaya Tirkiyeyê de, ku li ser Mûsilê dimeşîne, bêguman Kurd hene. Rêveberiya Tirk dixwaze 'Peymana Enqereyê' ya di sala 1926'an de bi Îngilîstanê re çêkir, nû bike. Di bingeha vê peymanê de şertekî bi tenê heye: Li Mûsilê Kurd tine bin, bajar di kontrola Erebên Sûnî de be.
Lê belê di rewşa heyî de, rêveberiya Bexda, Îran, DYA, Koalîsyon û ti kesên li heremê naxwazin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Nebûna Tirkiyeyê di nava operasyonê de, tê wateya qelsbûna bandora Tirkiyeyê ya li herêmê. Yekane hêza ku dixwaze Tirkiye di operasyonê de hebe, PDK û Nûceyfî ne. Di rewşeke bi vî rengî de tevlîbûna Tirkiyeyê li operasyonê, wê aramiyê neyne herêmê û rewşê bêhtir nebaş bike. Eger tevlî nebe wê bibe derdekî mezintir. Ji her alî ve yê winda bike û yê winda dike Tirkiye ye.
ÎRAN
Îran dixwaze di ser Bexdayê re tevlî dosya Mûsilê bibe, neçar e tevlî bibe. Îran bi ti awayî qebûl nake ku hêzên Sûnî yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê li Mûsilê serdest bin. Îran li ser Mûsilê nebe serdest jî dixwaze lê bi bandor be. Eger li Mûsilê winda bike, wê li gelemperiya Iraqê winda bike. Wê bandora Îranê bi tenê li ser Bexda, Basra û beşek ji Başûrê Kurdistanê be. Ev yek wê zerarê bide pozîsyona Îranê ya li herêmê. Di rewşa heyî de ji bo Îran li Mûsilê nebe, dengekî dijber ê cidî nayê bihîstin.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Ji bo operasyona Mûsilê, rêveberiya Başûrê Kurdistanê di rewşeke parçebûyî de ye. Hêzên YNK'ê hê bêhtir nêzî hikûmeta Bexdayê ne. PDK jî di bin bandora Tirkiyeyê de siyasetê dimeşîne. Ev pozîsyona PDK'ê zerara herî mezin dide Kurdan. Ji bo PDK ji vê rewşê derkeve, di navbera Kurdan de hin danûstandin hatin kirin, lê belê encam hê jê derneketiye. Eger PDK di mijara Mûsilê de bi vî rengî di bin bandora Tirkiyeyê de bimîne, wê winda bike û ev rewş wê xisarê li Kurdan bike. Hewldaneke din a PDK'ê, pêşîgirtina li tevlîbûna hêzên PKK'ê li operasyona Mûsilê ye.
PKK Û MÛSIL A DEMOKRATÎK
Gerîlayên PKK'ê li Kerkûkê û aliyê başûr bi cih bûne. Her wiha li herêma Mexmûrê jî hêzeke xurt a gerîla heye ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşe. Hêzên gerîla yên ji bo rizgarkirina Şengalê çûn herêmê, di çeperên xwe de ne. Hêzên gerîla dibêjin, eger li hevkirin çêibe, ew ê tevlî operasyona Mûsilê bibin.
Eger operasyon li herêma Hawîja dest pê bike, hêzên gerîla wê li vê derê bi erkeke çalak rabin. Ji xwe bêyî gerîla, zehmet e li herêmê li dijî DAIŞ'ê operasyona leşkerî bê kirin. Heman rewş ji bo eniya Tel Afer a li aliyê Şengalê jî derbas dibe. Ji ber taybetmendiyên xwe, tevlîbûna hêzên PKK'ê yan jî hêzên herêmî yên ji aliyê gerîla ve hatine pewerdekirin, ji bo vê operasyonê pêwîstî ye.
Tê gotin, rêveberiya Bexdayê dixwaze PKK tevlî operasyonê bibe. Lê belê mûxalefeta Tirkiye û Îranê ya di vî warî de, rêveberiya Bexdayê tengav dike. Tevî vê yekê jî tê gotin, Hêzên Şengalê yên li dora nêrînên Ocalan li hev civiyan e û yekîneyên xwe yên parastinê ava kirine û hin komên din wê tevlî operasyonê bibin û di vî warî de amadekariyên xwe dikin. PKK pêşniyarê li hêzên din ên Kurd dike, ku di bin sîwana 'Fermandariya Hevpar' de Kurd tevlî operasyona Mûsilê bibin. Lê belê ji ber helwesta neyînî ya PDK'ê, ev firsend ji destê Kurdan diçe. PKK ji bo neyê lîstika Enqereyê, hewl dide rageşiya bi PDK'ê re daxîne asta herî nizm.
Çavkaniyên PKK'ê ji bo siberoja Mûsilê perspektîfek afirandine. Li gorî vê yekê; Piştî ku Mûsil hat rizgarkirin divê rêveberî radestî gelê herêmê were kirin. Modela 'Mûsila Demokratîk' pêşniyar dike, ku bi vê yekê re wê hemû nakokî û şer ji holê rabin û Sûnî, Şîa, Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû pêkhateyên din di nav de cih bigirin.
Bi kurt û kurmancî: Rizgarkirina Mûsilê ne karê demeke nêz e. Operasyon dest pê bike jî wê 'pirsgirêka Mûsilê' dewam bike. Li gel vê yekê wê rageşiya leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li herêmê kûr bibe.