Operasyona Mûsilê di qonaxa herî zehmet de ye

Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê tê meşandin, li herêma Mûsil a kevn di qonaxa herî zehmet de ye.

Hêzên artêşa Iraqê, ku di 17'ê Cotmeha 2016'an de dest bi operasyona paqijkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê kirin, derbasî qonaxa herî zehmet a operasyonê bûn. Hêzên artêşê ku beşeke mezin a bajêr ji DAIŞ'ê paqij kirine, li herêma Mûsil a kevn operasyona xwe didomînin.

Tê texmînkirin, ku li herêma Mûsil a kevn zêdeyî 100 hezar sivîl dijîn û şer li kolanên teng ên vê herêmê diqewime. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên artêşa Iraqê ji bo karibin di kolanên teng de bi pêş ve biçin, hewl didin xwe berdin nava kolanên navberê.

Bajar ji aliyekî ve ji aliyê hêzên koalîsyonê ve ji ezmanan ve tê bombekirin û belavok li ser bajêr tê reşandin, ku tê de ji sivîlan tê xwestin, ku xwe ji herêmên vekirî vegirin. Tê gotin, çeteyên DAIŞ'ê her cihên vê herêmê bi mayin û teqemeniyan dagirtine.

Wekî din, hate ragihandin ku ji Mûsil a kevn û taxa Şîfayê 2 hezar 300 sivîl hatine rizgarkirin. Nûnerê Iraqê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Brûno Geddo, roja 16'ê Hezîranê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, ku ew texmîn dikin zêdeyî 100 hezar sivîl li herêma Mûsil a kevn e.