'Operasyona herî mezin a 30 salên dawî'

Paşayê wan Yaşar jî wextekê li wir maye. Li gorî wan; leşker lê winda dibin, mirov nikarin 10 meteyên li pêş û paşê xwe bibînin, yekîneyeke leşkerî biçe jî wê li wê derê xwe bi tenê bibîne.

Çiyayê Tendurekê li herêma navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Ebex a Wanê ye. Ji ber ku ji teqînên volkanîk pêk hatiye, erdê xwe bi giranî bêdar e. Cihê wê yê herî bilind, 3.530 metre ye.

Herêma Tendurekê, ku yek ji cihên bingehîn firotin û kirîna navbera Tirkiye û Îranê ye. Ji ber lûleya gaza xwezayî ya ji Îranê tê ji vir derbas dibe, herêm hê stratejîk dibe.

Rêya D975 a paralelî sînorê Îranê ji bakur diçe başûr, ji Îdirê dadikeve heta Colemêrgê, ji bihuroka Tendurekê derbas dibe. Ji ber ku ev bihurok di zivistanê de nikare bi hêsanî were bikaranîn, AKP plan dike ku li herêmê tunel û rêyên bi armancên cuda çêbike.

Ev rêya ku weke rêyek ji bo bazirganiyê tê nîşandan, armanca xwe ya bingehîn ji bo karê leşkerî ye. Hikumeta AKP'ê ku dixwaze bazirganiya li sînor yekdestî bike, çûn û hatina gerîla bi sînor bike û bike ku kes nikaribe li herêmê bimîne, li herêmên hin planên cuda dike. Yek ji van planan jî, lêkirina dîwar li ser sînorê Tirkiye-Îranê ye, ku bi bahaneya pêşîgirtina li qaçaxçitiyê tê kirin. Ajansa Nûçeyan a Îranê ya fermî ÎRNA, di nûçeyeke xwe de ku agahiyên wê spart Wezareta Karên Derve, ragihand ku haya her du welatan ji projeya lêkirina dîwêr heye, vê yekê bi erênîd ibînin û di warê pîvanî de ne li dij in.

Ev girîngiya stratejîk a çiya û herêma Tendurekê, di polîtîkayên şer de jî diyarker e. Ji ber vê yekê, her sal beriya herêmên din ên gerîla, artêşa Tirk di destpêkê de li herêma Tendurekê ku li navenda Serhedê ye, operasyonên berfireh dimeşîne.

Bi vê armancê, di biyara 27'ê Kanûna 2016'an a Desteya Wezîran de, di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Kanûna 2017'an de, herêmên Agirî û Çiyayê Tendurekê ji bo salekê weke "herêma ewlekariya leşkerî ya demkî" hate ragihandin. Artêşa Tirk îsal di 10'ê Gulanê de bi navê "Operasyona herî mezin a 30 salên dawî" li herêma Tendurekê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyona ku bi rayedarên Tirk gelekî nepixand, hewl tê dayin di medya AKP'ê de timî di rojevê de be.

Medya şerê taybet a AKP'ê, ku bi rojeva "operasyona mezin" şerê psîkolojîk dimeşîne, bi gotinên weke "leşker nahêlin çûkek jî bifire, tilî her tim li ser tetîkê ye.." hewl didenîşan bide ku li herêmê serdest in.

Gelo rastî bi vî awayî ye? Gelo artêşa Tirk li Tendurekê operasyona herî mezin a 30 salên dawî dimeşîne? Berfirehiya şerê navbera gerîla û artêşa Tirk de çi ye?

Berevajî medya AKP'ê, em niha ji aliyê HPG'ê ve li rewşê binerin. Jİ ber ku daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê yên rojane, nîşan didin ku rastî cuda ye.

Asta fermandaran a di roja destpêkê ya operasyonê de ji bo koordînekirina operasyonê hate herêmê, li bin guhê berxwedana mezin a gerîla ket. Di roja destpêkê ya operasyonê de gelek kuştî ji artêşa Tirk çêbûn; helîkoptereke bi tîpa Kobra hate xistin û bi dehan leşker hatin kuştin. Hêzên operasyonê ku bersiveke tund ji gerîla xwarin, neçar man heta 23'ê Gulanê xwe ji herêmê vekişînin.

Artêşa Tirk bi yekîneyên taybet ên ji Kayserî, Tokat û Trabzonê anî, ji nû ve li herêmê kete nava liv û tevgerê. Gerîla careke din bersiv dan artêşa Tirk û ji 23'ê Gulanê û pê ve rêya navneteweyî ya navbera Bazîd û Ebexê kontrol kirin. Her wiha dest danîn ser gelek TIR ên dewleta Tirk. Artêşa Tirk a hat destwerdanê jî, derbeke giran xwar û gelek kuştî da.

Artêşa Tirk li pêşberî serweriya gerîla ya li herêmê li bin ket. Di rewşeke bi vî rengî de, careke din rayedarên dewleta Tirk û medya şerê taybet a AKP'ê bi hawara artêşa Tirk ve hatin. Medya AKP'ê di hemû organên xwe de îdîa kir, ku di 'operasyona mezin' de derbên mezin li gerîla hatine xistin û rayedarên dewletê jî li pêşberî taktîkên şer ên gerîla ji neçarî xwe li derewan danîn. Rayedarên dewletê îdîa kirin, ku leşkerên wan ji cihekî nêz bi gerîla re ketine nava şer, lê ti kuştî nedane. Der barê çekên ku gerîla desteserkirine û helîkoptera xistine xwarê, hê ti daxuyanî nedane.

Operasyon hê jî dewam dike. Lê ji roja destpêkê ya operasyonê û vir ve artêşa Tirk hê nekariye xwe berde kûrahiya herêmê. Her wiha rêyeke girîng a tevna bazirganiya navneteweyî jî hê girtî ye. Li gel vê yekê, di navbera navçeyên Ebex û Bazîdê de, li ser rêya bejahî ya navneteweyî ya E99'an, mîna Dîwarê Berlînê dîwarekî şermê lê dike. Girtîhiştina rêyeke navneteweyî û lêkirina dîwar li her du aliyên rê, qelsiya dewlet Tirk radixe pêş çavan. Ji dewleta Tirk heye, ku di nava dîwarên li dora xwe lê kiriye de ewle ye. Di heman demê de îspat dike ku li pêşberî gerîla bêçar maye.

Tendurek îro bûye çiyayekî xeyalet ku tirs û xofê berdide dilê artêşa Tirk. Ew bi xwe jî li xwe mikur tên; Paşayê wan Yaşar jî wextekê li wir ma. Li gorî wan; leşker lê winda dibin, mirov nikarin 10 meteyên li pêş û paşê xwe bibînin, yekîneyeke leşkerî biçe jî wê li wê derê xwe bi tenê bibîne. Em ê bibînin bê çiyayê Tendurekê çiqasî lenetê li artêşa Tirk bîne!