Operasyona destgîrkirinê ya li dijî ESP'ê mezin dibe

Operasyona destgîrkirinê ya li dijî ESP'ê mezin dibe. Hevberdevke HDK'ê Sedat Şenoglû jî di nav de 14 kes hatine destgîrkirin.

Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Antalya, Amed, Hatay, Îzmîr û gelek bajarên din bi hevdemî operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin. Heta niha 14 kes hatine destgîrkirin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Di serdegirtinan de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, endamên Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Çîçek Otlû, Mûstafa Nacî Toper, Volkan Ûyar, Selver Orman û Îlke Başak Baydar, endamên partiyê Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari û Îlhan Aslan, Alper Kaba, Ezgî Bedel, Zekeriya Aykût Karnap û Gozde Sîvaslioglû hatin destgîrkirin.

Ji heman lêpirsînê avêtin ser malên endamên partiyê Ozgur Barçin û Bedran Çogaltan, lê ne li malê bûn.

Li gorî agahiyan polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala ku endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) lê bûn, lê kes li malê nebû. Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de lîsteya 17 kesên bên destgîrkirî heye.

PARÊZER NIKARIN BIBÎNIN

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û bi hinceta ku biryara astengkirinê ya 24 saetan hatiye dayin, destûrê nadin ku parêzer kesên hatine destgîrkirin bibînin.

Her wiha nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Serdal Işik jî di çarçoveya dosyayeke cuda de hate destgîrkirin.