OPCW: Eşkere ye ku li Han Şayhûnê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ragihand, li bajarokê Han Şayhûn ê Sûriyeyê di êrîşa 4'ê Nîsanê de çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.

OPCW, ku navenda wê li Laheyê ye, encamên analîzên li ser êrîşa 4'ê Nîsanê, ku herî kêm 87 kesan jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya OPCW, ji 3 kesên li Hay Şayhûnê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û ji 7 kesên di heman êrîşê de birîndar bûn mînak hatin girtin. OPCW diyar kir, li gorî analîza van mînakan, bikaranîna çeka kîmyewî 'nikare bê înkarkirin'.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di mînakên ji van 10 kesan hatin girtin de, bandora sarîn û sûbstansên mîna sarînê hatine dîtin. Hat gotin, wê lêkolînên hê berfireh bên kirin.

Hatibû îdîakirin ku êrîşa 4'ê Nîsanê ji aliyê balafirên rejîmê ve hatiye kirin. Lê belê ev îdîaya DYA û welatên din ên rojavayî ji aliyê rejîma Beşar Esad ve hatibû redkirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trûmp, ku rejîma Esad sûcdar kir, di şeva 6-7'ê Nîsanê de ferman da ku êrîş li dijî baregeheke hewayî ya li Sûriyeyê were kirin.