Onder:Me soz da gelan, kedkaran, baweriyan

Onder:Me soz da gelan, kedkaran, baweriyan

Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, di lijneya giştî ya HDK’ê de axivî û got: “Rojeva me ya sereke hilbijartinên herêmîne. Heta ev feraset û ruh bidome, em dê bersivê bidin xebatên tunehesibandina HDK’ê.

Lijneya Giştî ya HDK’ê li Navenda Çanda Kocatepe bi axaftinan didome. Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Sirri Sureya Onder da zanîn ku kesên li gel ked, azadî, wekhevî û demokrasiyê ne, kelecaneke mezin afirandine.  Onder got hewl didin HDK’ê têk bibin û wiha got: “Dîroka têkoşîna me di heman demê de dîroka hewldanên yekitiyê ne.   Em cara yekemîn sozê didin gelan, baweriyan, kedkaran, xizanan.  Em dema xebatên bloka azadî û kedê dimeşînin, em dibêjin ne hevkariya hilbijartinê, hevkariya stratejiya hevkariyê ye û em dê pêşdetir bibin.”

Onder destnîşan kir ku kesên ev avabûn avakirine, nîşan dane ku bi parastina azadiyan dikarin bên cem hev û got ev bi ser xistine û got bandora ku ev qelebalixa şiyar kiriye, ispata vê ye.

Onder wiha got: “Em dê bi hev re vî karî bi ser bixînin. Zalim û yên hatine mêtîngerkirin hene. Xizan, yên bê mal û mulk, şoreşger û gel em ê vê şerî qezenc bikin. Rojeva meya sereke hilbijartinên herêmîne.  Heta ev feraset û ruh bidome, em dê bersivê bidin xebatên wan yên tunekirina HDK’ê.”

HÊVIYA ÇERKEZAN BI HDK’Ê RE DERKET HOLÊ

Umît Ertenê ji Sakaryayê hat bi çerkezî dest bi axaftina xwe kir û piştre bi tirkî berdewam kir. Erten got wan bi nasname, çanda xwe di HDK’ê de cih girtine û titşên ku Çerkezan li Tirkiyeyê jiya, vegot. Erten wiha got: “Ev nêzî salekê ye em li Sakaryayê bi HDK’ê re dixebitin. Ev proje derfetê dide hemû kesî ku xwe îfade dike.

GER DIJMIN DEST BI ÊRÎŞAN KIRIBE XUYAYE EM DI RIYA RAST DE NE

Serokê SDP’ê Ridvan Turan tişta ku HDK û HDP dike, rengekî nû daye siyasetê û got: “Têvegera marjînaliyê li piştî Geziyê wateya xwe wenda kiriye. Tişta ku ew kirine fikarê, hatina cem hev ya kesên li çiyayê Kurdistanê û çapulvanên Geziyê ne. Em ketine rêyekê û em mezin dibin. Ger dijmin êriş bike wisa xuyaye em di riya rast de ne.

ERMENÎ NE LI BENDE  MERHAMET, LI BENDE EDELETÊ NE

Delegeyê Ermenî Sayat Tekîr, got pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji aliyê dewletê ve hatiye parçekirin û got: “Pakêta hatiye aşkerakirin, çareseriya pirsgirêkan nahundirîne. Ne mumkune aştiyê bîne. Ev dê bi têkoşîna kedkar û gelan pêk were. Êrîşa li dijî Ermeniyan hêj didome. Bi pêkanîna qirkirinên hêj numareyan didin me. Ev hejmara ermeniyan kêm dike. Ermenî ne li bende merhamet li bende edeletê ne. Heta edelet neyê aştî pêk nayê.

Piştî axaftinan navber dan lijneyê. Piştî navberê axaftinên delegeyan berdewam kir.

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, gelê ku hatiye biçûkxistin û çewisandin di HDK’ê de li xwe hay bûye û got armanca wan eve ku gel bi hev re siyasetê bikin.

Piştî axaftin û nîqaşên pêşnûmeya biryarê, di lijneya giştî de endamên meclisa Giştî ya HDK’ê ya ji 120 kesî pêk tê dê pêk were.