Onder: Divê heyetek ji Konferansê biçe gel Ocalan
Onder: Divê heyetek ji Konferansê biçe gel Ocalan
Onder: Divê heyetek ji Konferansê biçe gel Ocalan
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya li Konferansa Aştî û Demokrasiyê de xwest, di danezana encamê de were destnîşan kir, ku hemû mafên bingehîn ên mirovane bêyî li ser bazarî were kirin, bên dayîn. Onder her weha xwest, heyet ji 3 kesan were ava kirin û ev heyet biçe Îmraliyê encamên konferansê ji Ocalan re ragihîne.
Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya roja duyemîn a Konfernsa Aştî û Demokrasiyê de destnîşan kir, ku encama herî girîng a ji vê kombûnê derketiye "gotinên me têra demê nekiriye" e. Onder diyar kir ku divê herkes beşdarî vê pêvajoyê bide û anî ziman ku nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû sal û nîveke dewam dikin û eger sal û nîveke din jî jê re were dayîn, wê dîsa neqede. Onder anî ziman, ku wan di vê konferansê de di nava 2 rojan de encamek derxistine û got, "Ev pêvajo ne tenê pêvajoya aştiyê ye, di heman demê de pêvajoyek jinûve avakirina komareke demokratîk e. Ez pêşniyar dikim ku encama ji vê derê derkeve, ji Serokatiya Meclîsê, hukûmet, mûxalefet, komîsyona çareseriyê ya meclîsê û ji Birêz Ocalan re were ragihandin. Divê danezana encamê ya konferansê de bê gotin; hemû mafên bingehîn ên mirovane bêyî li ser bazarî were kirin, bê şert bên dayîn."
Onder ji konferansê xwest, heyetek ji 3 kesan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, were avakirin. Onder herî dawî rexne li mûxalefetê kir û xwest, mûxalefet zimanê xwe biguherîne. Onder destnîşan kir, ku Birêz Ocalan aktorê herî girîng e û danûstandin jî bi wî re dibe.