Onder bersiv da Davutoglu
Onder bersiv da Davutoglu
Onder bersiv da Davutoglu
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Davutoglu yên, “Ez Demîrtaş hişyar dikim; ger ji bo kolanan bang bike, ew ê berpirsê xwîna ku wê birijê be.” Onder got: “Hûn çawa dizanin ku wê xwîn birije? Ger li welatekî mirov mafê xwe yê demokratîk pêk bîne, ev yek çima bibe sedema rijandina xwînê?"
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder bersiv da gef û tehdîtên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu yên li hemberî Hevserokê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş û got “Hûn çawa dizanin ku wê xwîn birije.”
Onder got: “Serokwezîr Davuroglu çawa ewqas aşkera ferman dide; çawa berpirsê van bûyeran HDP û birêz Demîrtaş dibîne, ev hiqûqa ceza ji ku tê. Divê li hemberî me li Dadgeha Bilind gilî bikin. Ev yek bi rexnedayinê nayê qebûlkirin” û wiha domand: “Wê demê wê serokwezîr jî û welatî jî wezîfeya xwe bikin.”
Onder da zanîn ku Demîrtaş û partiya wan gelek caran aşkera kiriye ku ew ê çima bang li mirovan bikin dakevin qadan û got: “Ji bilî karanîna mafên me yên qanûnî me ti tiştek din negotiye. Em li zimanê ku Serokwezîr bi kar tînin binêrin; ‘Dibêje tenê Demîrtaş ji rijandina xwînê berpirs e’. Hûn çawa dizanin wê xwîn birije. Li vî welatî çima ger mirov mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin, ev yek bibe sedema rijandina xwînê? Gelo sedema vê yekê çi ye?"
Onder bal kişand ser daxuyaniya Davutoglu yên, “Pêkhateya paralel bi PKK’ê re hevdîtinan dike, di destê me de belge hene” û got: “Ez li vir bang dikim. Ger rêxistineke sûc be, hûn vê yekê bi qanûnan û hiqûqê piştrast dikin, wê demê tişta dikeve ser milê we ew e ku hûn gilî bikin. Helwesta siyasî û exlaqî wiha ye. Bila Serokwezîr li qisûrê nenêre, ew nikare biryar bide ka em ê bi kîjan weşanan re biaxivin û bi kîjan weşanan re neaxivin. Ew ne xwediyê mewkiya akredîtasyonê ye."