Omer Ocalan: Li Imraliyê rejîma Gladyo heye

Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir li Imraliyê rejîma Gladyoyê hatiye avakirin û got rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ''ji bo normalîzebûnê pir girîng e.''

Parlamenterê Rihaye Omer Ocalan, diyar kir ku ji bo asayîbûna pêvajoya zehmet ku Tirkiye tê re derbas dibe, rakirina tecrîdê gelek girîng e û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hemû saziyên siyasetê û rêxistinên mafên mirovan û sivîl kir.

 
Parlamenterê HDP’ê yê Rihaye Omer Ocalan, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Imraliyê girtî ye, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist. Ocalan, bi bîr xist  ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve Abdullan Ocalan tenê çend hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re kiriye û wiha got: “Ev rewş, azadî û mafên bingehîn ên mirovan ku bi qanûnên navneteweyî hiqûqa navneteyî hatine ewlekirin, dike mijara nîqaşê.”
 
ÎŞKENCEYA LI IMRALlYÊ Û RAPORA CPT 
 
Ocalan, bal kişand ser rapora CPT’ê ya derbarê tecrîdê û derbarê mijarê de ev tişt: “Weke malbat qet ne pêkan em vê tecrîdê qebûl bikin. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan ne tenê li ser wî ye; di heman demê de ev tecrîd li ser demokrasi, hemû azadî û muxalefetê ye. Divê welatiyên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî ev wiha bixwînin. Divê êdî em ber bi rêya aştî û çareseriyê ve bimeşin. Divê neyê jibîrkirin ku neçareserkirina Pirsgirêka Kurd bi tevahî pergal û şertên jiyanê jî ber bi qaosê ve dibe.”
 
‘TIRKIYE SÛC DIKE’
 
Omer Ocalan, da zanîn ku li dijî Ocalan muameleyek keyfî heye û wiha dewam kir: “Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî û qanûna xwe ya bingehin niha sûc dike û di vî sûcê xwe de istar dike. Ev pêkanên li dijî mafên mirovan û bêhiqûqiya heyî, pirsgirêkên civakî kurtir dikin. Ev jî wê bibe sedema encamên ne baş. Bi vê ve girêdayî, aqlê ne çareseriyê weke çareseriyê pêşkêş dike, bi heman polîtîkayan jî di şer de israr dike. Birêz Ocalan ê di sala 1999’an de hat dîl girtin, ji her demê zêdetir dibin tecrîdek girankirî deye.”
 
HIQÛQA GLADÎO
 
Ocalan, dest nîşan kir ku li Gireva Imraliyê rejîma Gladîoyê heye û wiha rêz kir: “Hiqûqa tê bi rêve birin jî hiqûqa vê Gladîoyê ye. AKP jî bi dilxwazî rêvebirina vê tecrîdê dike. Tespîtên Rêberê Gelê Kurd danîne holê û sekna wî, ne tenê ji bo gelê kurd dihan demê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê perspektîfên çareseriyê pêşkêş dike.”
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
 
Ocalan ê HDP’î, bi bîrxist ku, desthilatdarî dengê Rêberê Gelê Kurd jî ji bo xwe weke talûke dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Daxwazên wî û malbata wî bên qebûl kirin. Ev wê ji bo Tirkiyeyê jî pêşketinek mezin be. Em tecrîda daîmî û bêdengiya heyî qebûl nakin. Em bang li hemû hemû saziyên siyasî yên ku dixwazin demokrasî û hêza siyasî ya Tirkiyeyê bê parastin, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sîvîl dikin ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Werin em li dijî bêhiqûqiya heyî derkevin û bi hevre têkoşîna demokrasî û aştiyê qezenc bikin. Divê sazî û dezgehên navneteweyî, di serî de CPT’î, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî teqez li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û em banga berpirsiyartiya xwe bi cih bînin li wan dikin.”