BI DÎMEN

Omer Ocalan: Ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan divê topyekûn bixebitin

Parlamenter Omer Ocalan ku beşdarî bernameya Medya Haber TV’yê bû, silava Rêber Apo ji raya giştî re ragihand û got, “Gelê me û siyasetmedarên me divê di ve çarçoveyê de ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan bi awayekî topyekûn bixebitin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî bernameya Dengê Gel ya Medya Haberê bû.

Omer Ocalan, silava Rêber Apo ji raya giştî re ragihand û wiha got: “Silava Birêz Ocalan ji hemû gelê me re hebû. Peyama wê pir zelal bû. Got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim. Ez xwedî vê hêzê me.’ Gelê me û siyasetmedarên me divê di ve çarçoveyê de ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan bi awayekî topyekûn bixebitin.”