Olûç: Ew ê krîza aborî zêdetir bibe

Berdevkê  HDP’ê Sarûhan Olûç bangî Erdogan kir û got, “Ji ber ku tu dizanî, tu yê li ser sindoqan bi ser nekevî, niha jî tu dixwazî Saziya Bilind a Hilbijartinê têxe meriyetê.”

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî rojeva civîna Desteya Rêveber a Navendî daxuyanî da.

Olûç di heman demê de ji ber salvegera wefata wan Mûsa Anter û Rûhî Sû jî bi bîr anî.

Olûç qala krîza siyasî û ekonomîk kir û got, “Li Tirkiyeyê a niha şîrketên herî mezin jî konkordatoyê îlan dikin. Bawerî şikestiye û psîkolojiya krîzê zêdetir bûye. Gelo heke krîz tune, we çima bihatê hemwelatiya 1 milyon dolar kirin 250 hezar dolar? Ji ber ku pêdiviya we bi dolaran heye. Ji ber ku divê heta salekê Tirkiye 220 milyon dolaran deyn bide. Vê aboriya li ser deynan rê li ber bilindbûna dolaran vedike. Gelekî eşkere ye ku di mehên pêş me de ew ê krîz zêdetir bibe. Dewlet divê dev ji kirîna balefiran berde. F35’an nekirin, S400’an nekirin, lêçûnên şer kêm bikin.”

HILBIJARTINÊN HERÊMÎ

Olûç qala amadekariyên hilbijartinên herêmî jî kir û got ku, “Me dest pê kir ku em modela xwe ya rêveberiyên herêmî baş amade bikin. Piştre em ê qala namzetbûnê bikin. Hedefa me ev e ku em şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye ferzkirin, paş ve bistînin û li cihên din 10,15 şaredariyên din qezenc bikin. Ji bo têkbirina koalîsyona AKP-MHP’ê em ê li bajar û navçeyên li rojavayê Tirkiyeyê piştgiriyê bidin mûxalefeta meşrû ya li wê derê. Ji ber ku Erdogan tu dizanî, tu yê li ser sindoqan bi ser nekevî, niha jî tu dixwazî Saziya Bilind a Hilbijartinê têxe meriyetê û dixwazî namzetên HDP’ê veto bikî.”