Olûç: Di bobelata aşûtê de bêtevdîriyeke mezin heye

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku di bobelata aşûtê ya duyemîn de bêtevdîriyeke mezin heye.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç derbarê bobelata aşûtê ya li Miksa Wanê li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Olûç bal kişand ser erdheja Xarpêtê, bobelata aşûtê û qezaya balefiran a li balefirxaneya Sabîha Gokçen a li Stenbolê. Olûç diyar kir ku di bobelata aşûtê de 38 kes mirine û hê jî gelek kes di bin berfê de ne.

‘HATE DÎTIN KU TU AMADEKARÎ TUNE’

Olûç diyar kir ku hate dîtin ji bo van bobelatan tu amadekarî tune û got ku “Di erdheja Xarpêtê de bi rojan alîkarî negihişt gundan. Dema ku ev tişt hatin kirin me pirsî gelo bacên ji bo erdhejê çûne ku derê lê vê pirsa me tew li ne xema desthilatdariyê bû. Li Xarpêtê hê jî erdhej çêdibin û mirov di vê sar û sermayê de di konan de dijîn.”

‘ÎDDÎAYÊN GIRÎNG HENE’

Olûç diyar kir ku di bobelata aşûtê ya duyemîn de bobelateke mezin heye û got ku “Di demên normal de jî rêwîtiya ber bi Miksê gelekî dijwar e. Di van şertan de aşût hat. Encamên wê li ber çavan e. Gelek îddîayên cîddî hene ku, divê tiştên neyên kirin hatine kirin. Dema ku ev tişt tê kirin di medyayê de jî tiştên seyr tê kirin. Weşanên ji Miksê tên qutkirin û axaftina Serokê Giştî yê AKP’ê tê weşandin.

WERIN EM QALA BÊTEVDÎRIYÊ BIKIN

Werin em li meclîsê qala bêtevdiriyên li hemberî bobeletan bikin, em pêşniyaznameyan bidin û nîqaş bikin. Werin em hemû partî bibin yek û van meseleyan nîqaş bikin. Heke vê pêşniyaza me neyê qebûlkirin, em ê tevlî nîqaşên pêşniyazên qanûnan ên li desteya giştî nebin. Heyetên partiya me duh jî û îro jî li Miksê bûn. Duh çûn nexweşxaneyan û serdana malbatan. Îro heyeteke me ya parlementeran jî wê biçin wê derê. Ev hevgirtin ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî bi cîddîbûneke mezin bidomînin.”