Oker: Elewî dengê xwe nadin berpirsên komkujiya Madimakê

Oker:  Ên ku dixwazin Elewî li derveyî siyasetê bimînin, ku sibe komkujiyên mîna Meraş Çorûmê çêbûn nikarin ji bin vê derkevin.

Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Turgurt Oker li paytexta Swêdê Stockholmê di civîneke gel de axivî, bi bîr xist ku di nav lîsteya CPH’ê de 8 wekîlên ji partiya Saadetê jî hene û got Elewî wê dengê xwe nedin berpirsê sereke yên komkujiya Madimakê.

ERDOGAN NÛNERÊ HIŞMENDIYA DIJMINÊ ELEWIYAN E

Oker got Recep Erdogan ne serokkomarekî jirêzê ye, nûnerê hişmendiya dijminê Elewiyan e, kujerên Madimakê şandiye Ewropayê û ew kirine mela.

Oker got, ji ber vê sedemê Elewî wê nikaribin derveyî siyasetê bimînin û domand, ‘’Ên ku dibêjin bila Elewî derveyî siyasetê bimînin, sibe ku Meraş û Çorum çêbû, wê nikaribin ji bin vê derkevin.’’

ELEWÎ DIVÊ LI ENIYA HDP’Ê BIN

Oker diyar kir tekane rêya rawestandina tifaqa AKP-MHP’ê ew e ku HDP li Meclîsê bi rengekî xurt were temsîlkirin.

Oker got heke Elewî dixwazin di vê pêvajoyê de pergalê û dîktatoriyê biguherînin, tenê siûdek li ber wan heye û got, ‘’Tenê ku HDP bendê derbas bike dîktatariya Erdogan dikare hilweşe. ‘’

Oker bal kişande ser wê ku Elewî piranî tercîha xwe li ser CHP’ê dikin û got, heke hemû Elewî dengê xwe bidin CHP’ê jî, heke HDP bendê derbas neke, muxalefet wê piraniya kursiyan li meclîsê bi dest ve neyine.

 ‘CHP KOPALÊ DESTÊ AKP’Ê YE’

 ‘HDP ti caran nebû kopalê destê AKP’ê. Niha Hevserokên HDP’ê jî di nav de 10 hezar HDP’yî girtî ne. CHP ku Elewî bi salane deng didine tim bû kopalê destê AKP’ê. Elewiyên li Ewropayê yan deng didin HDP’ê yan jî CHP’ê. HDP sozên ku van sê salên dawî dane hemû pêk anîn. Demîtaş hilbijartina 2015’an gote Erdogan, ‘’em ê ne nekin serok’ û ji bo ku ev bi cih anîn niha li girtîgehê. Her kes bi vê dizane Ji bo vê jî ti pêşdaraziya Elewiyan li bara HDP’ê nîne.’’

KARAMOLLAOGLU BERPIRSÊ SEREKE YÊ KOMKUJIYA MADIMAKÊ YE

Oker got rêxistiniya Elewiyan li ser xweliya Madikmakê ava bûye, bi bîr xist ku Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, ku bi CHP’ê re di nav ‘Tifaqa Millî’ de ye, berpirsê sereke yê komkujiya Madimakê ye.

Okeer got, ‘’Ji lîsteya CHP’ê 8 parlameter wê biçin meclîsê. Li ber Elewiyan du vebijêrk hene. An wê deng bidin CHP’ê û Partîyiyên Seadetê bişîne meclîsê yan jî wê deng bidin HDP’ê. Saziyên Elewiyan wê desteka li CHP’ê çawa vebêjin? Ên ku vê bkin wê çawa li wêneyên wan kesan binerinn ku li Madimakê hatin kuştin? 25 salan hûn ê bibêjin, ev canên me ne, şehîdên me ne lê hûn ê deng bibin berpirsê sereke yê komkujiyê? Hûn ê çawa derkevin ber mirovan?’’

Oker bang li hemû Elewiyan kir ku bi wijdanên xwe tev bigerin û ji bo ku destekê bidin HDP’ê seferber bibin.