OHD: Girtiyê siyasî Menaf Osman heke were dersînorkirin, dibe ku were qetilkirin

OHD’ê diyar kir girtiyê siyasî Abdulmenaf Osman heke teslîmî Sûriyeyê were kirin dibe ku cezayê girtîgehê lê were birîn.

Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, 30 sal û 6 meh piştre di 3’yê îlonê de hate berdan. Lê belê dewleta Tirk ji bo Osman dersînorî Sûriyeyê bike, bire Navenda Paşveşandinê  (GGM) a Edîrneyê. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî rewşa Osman daxuyaniyeke nivîskî da. 

OHD’ê bal kişand ser rewşên neyînî yên ku wê Osman bijî û ev tişt anî ziman: “Tevahiya malbata Abdulmenaf Osman ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê dijîn. Nehiştin ew malbata xwe bibîne û ew birin Fermandariya Jendirmeyan a Akhîsarê. Em li ser telefonê bi jendirmeyan re axivîn û ji bo destgîrkirina fiîlî bingeheke hiqûqî nîşan nedan. Tevî vê yekê jî 40 saetan li wir dan sekinandin. Jê re hat gotin ku ber bi GGM’a Îzmîrê ve ketine rê lê em hîn bûn ku birina GGM’a Edîrneyê. Abdulmenaf Osman, li gorî xalên YUKK’ê yên 4 û 55’ê, dikeve nava wan kesên divê neyên dersînorkirin. Heke bişînin Sûriyeyê, wê cezayê kuştinê, êşkence, miameleya xerab û miameleya dermirovî lê were kirin. Divê Abdulmenaf Osman tavilê bê berdan. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”