OHD: Divê hesabê Licê were pirsîn

OHD: Divê hesabê Licê were pirsîn

Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz (OHD), destnîşankirin ku hikûmetin israr dike ku dipêvajoya aştiyê de gavab navêje û êrîşa li Licê ya li hemberî gel şermezar kirin.

OHD’ê didaxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser qetlîama licê û xwest kiryarên vê bûyerê werin aşkerakirin.

Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz destnîşan kir ku di êrîşa polîsan a li hemberî Parka Gezî de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, bi sedan mirov birîndar û bi dehan jî hatine girtin. OHD’ê da xuyakirin ku hikûmet polîtîkayên ne li gorî pêvajoya çareseriyê dixe meriyetê.

OHD’ê di daxuyaniya xwe de wek yek ji xalên wan polîtîkayên AKP’ê wiha got, “Der barê dosyaya doza 34 hemwelatiyên me yên di dîroka 29.12.2011’an de li gundê Roboskî yê Qilabanê di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan biryara ku şandina dadgeriya leşkerî û her wiha hîn jî kiryarên vê bûyerê nehatine dîtin.

Li Enqereyê di pêvajoya protestokirina Parka Gezî de qetilkirina hemwelatiyê bi navê Ethem Sarisuluk û serbestberdana  polîsê ku Sarisuluk qetil kir.

Di pêvajoya aştiyê de çêkirina qereqol, kelehqol û bendavên ji bo ewlekariyê. .

Di encama êrîşa leşkeran de ya li hemberî girseya ku çêkirina qereqolan protestokirin de mirovekî ku jiyana xwe ji dest da û 9 mirov birîndar bûn û hînjî kiryarên vê bûyerê derneketine holê.

Rewşa ku girtî û hukumxwar terkî mirinê hatine kirin.

Di bin navê operasyonên li dijî KCK’ê de gelek siyasetmedar, parêzer û rojnamevan tevî pêvajoya dirêj a girtinê jî rewşa wan hîn jî berdewam dike.”