Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê: Li ser hebûna leşkerên Tirk ti peymanek me bi Tirkiyeyê re nîne

Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li ser hebûna leşkerên Tirk li nava axa Iraqê ti peymanek wan bi Tirkiyeyê re nîne û îdîayên Tirkiyeyê derewand.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro daxuyaniyek li ser hebûna hêzên Tirkiyê belav kir û bal kişand ser naveroka lihevkirina di navbera Bexda û Enqerê li ser vê mijarê.
 
Di beşek ji daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di hevdîtina her du serokwezîrên Iraq û Tirkiyê de di sala 2009’an de, derbaskirina sînorê Iraqê ne rojev bû. Di protokola sala 2009’an a di navbera du welatan de perwerdekirina beşek ji polîsên Iraqê ew jî di nava xaka Tirkiyê de hatibû îmzekirin. Di madeya 7. a vê protokolê de bi ti awayî destûr ji hêzên Tirk re nayê dayîn ku bi tank û topan sînor derbas bikin. Ew jî bê agahdariya hikûmeta Iraqê. Ger perwerdeya ji bo polîsan wek hatina artêşek bi tank û top tê famkirin wê demê artêşa Îsrayilê jî dikare were nava xaka Tirkiyê. Ji ber ku lihevkirina ji bo perwerdekirina leşkeran li ser xaka Tirkiyê di navbera Îsrayil û Tirkiyê de jî heye."
 
Di berdewama daxuyaniya Ofîsa Heyder Ebadî de bal tê kişandin ser daxawazên Tirkan ji bo şandina hêzên xwe û wiha tê domandin: "Di hevdîtina me ya bi Tirkiyê re şandina hêzan ji bo Iraqê kete rojevê. Lê belê me bi her awayî ev yek red kir. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne, pêwîstiya Iraqê bi hêzên cîran nîne. Ev yek dibe deriyê nakokiyên di nava herêmê de veke û em wek Iraq nabin beşek ji van nakokiyan. Hêzên Tirk beşek ji koalîsyona navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ’ê nîne. Ti hêzek biyanî bi tank û maşînên zirxî li ser xaka Iraqê tineye, derveyî Tirkiyê."
 
Ofîsa Serokwezîrtiyê dazanîn ku Iraqê daxwaz ji ti welatî nekiriye ku leşkerên xwe bîne ser xaka Iraqê. Di dawiyê de Ofîs wiha dibêje: "Hikûmeta Iraqê ne bi fermî ne jî bi devkî destûr nedaye ku hêzên artêşa Tiriyê werin nav xaka Iraqê. Ne ji bo Başîka û ne jî ji bo ti herêmek din me destûr nedaye. Hêzên Tirkiyê jî di çarçoveya hêzên Koalîsyonê de nehatine nav xaka Iraqê."