OECD: Di kalîteya jiyanê de Tirkiyê li rêza herî dawî ye
OECD: Di kalîteya jiyanê de Tirkiyê li rêza herî dawî ye
OECD: Di kalîteya jiyanê de Tirkiyê li rêza herî dawî ye
Di rapora kalîteya jiyanê ya Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) de, Tirkiye di rêza herî dawî de cih girt. OECD, di mijarên xanî, hatine, derfetên kar, civak, perwerde, hawirdor, zelalî, tenduristî, razîbûna ji jiyanê, ewlekarî û jiyana kar-taybet de rewşa 34 welatan nirxand û Tirkiye di nava van welatan de ya herî dawî ye.
Di rêza destpêkê de Awûstûralyayê cih girt. Di raporê de tê destnîşankirin, ku pîvanê hatineyên salane yên ji bo malbatekê 23 hezar 47 dolar e, lê Tirkiyê di binê vê hejmarê de maye.
Rapor, der heqê Tirkiyê de vê şîroveyê dike:
* Li Tirkiyê mirovên di navbera 15-64 salî de, ji sedî 48'ê wan xwedî karekî bi pere ne, lê pereyê ku distînin ji sedî 66'ê wan di bin rêjeya OECD de ye.
* Li Tirkiyê ji sedî 69'ê mêr û ji sedî 28'ê jinan xwedî karekî bi pere ne. Tirk salê 1877 saetan dixebitin. Pîvanên OECD yên salane 1776 saet e.
* Li Tirkiyê rêjeya mirovên zêde kar dikin ji sedî 46 e, ev rêje li gorî OECD divê ji sedî 9 be.
* Ji sedî 50 ê mêran û ji sedî 35 ê jinan, zêde kar dikin.
* Yek ji pîvanên bi destixistina kar perwerde ye, lê li Tirkiyê di nava mirovên 15-64 salî de rêjeya mezûnên dibistanan amadeyî di bin rêjeya OECD ya ji sedî 74'an de ye. Ji sedî 36 ê mêran û ji sedî 26 ê jinan, mezûnên dibistana amadeyî ne.
* Temenê jiyanê li Tirkiyê weke 75 hat diyarkirin û ev jî di bin rêja OECD a 80 salan de ye. Temenê jiyanê di nava jinan de 77 sal, di nava mêran de jî 72 sal e.