'Ocalan şensê me yê dawî ye'

Konê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê hatiye vedan, di roja sêyemîn de ye.

Çalakgeran ji bêdengiyê gazin kirin û gotin, "Em dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin."

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziyên Kurd ên li Ewropayê dest bi kampanya azadiyê kirin. Bi vê armancê li paytexta Elmanya Berlînê kon hate vedan. Kurdên tevlî çalakiyê bûn destnîşan kirin, ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Çalakger ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, zextên li Ocalan tên kirin, zextên li mafên demokratîk ên gelê Kurd e.

'DIVÊ HER KES TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Ji çalakgeran Pervîn Kaplan got, azadiya Ocalan azadiya gel û jinên Kurd e û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Şemsettîn Sevîmlî jî got, "Ocalan her tiştê gelê Kurd e. Şensê me yê dawî ye. Em deyndarê wî ne. Jiyana bêyî wî nabe." Mûstafa Ocalan jî bang li Kurdistaniyên li Berlînê kir ku hê bi xurtî tevlî çalakiyan bidin û xwedî li Ocalan derkevin.

Çalakiya li Berlînê wê 24'ê Hezîranê roja Şemiyê, bi meşeke girseyî biqede.