Ocalan heyeteke serbixwe ya doktoran xwest

Ocalan heyeteke serbixwe ya doktoran xwest

Mehmet Ocalan, ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir got ku di qirik, difin û devê Ocalan de şewt heye û ragihand ku Ocalan heyeteke serbixwe ya doktoran xwestiye.

Ligel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Mehmet Ocalan xizmên Cumalî Karsu û Hakki Alphan ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, piştî hevdîtina xwe ya li Girava Îmrali pêk anîn vegeriyan Gemlîkê.

Mehmet Ocalan dema ji Qereqola Cendermayan a Gemlîkê derket daxuyaniyeke kurt da. Ocalan got, “Pêvajoyeke pirr hessas e; lewma ez ê neaxifim. Ji bo parastina pêvajoyê ez naxifim. Ez ê sê tiştan bêjim. A yekemîn pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê min hene. Di qirik, difin û devê birayê min de şewt heye. Heyeteke serbixwe ya doktoran dixwaze. Sersaxî ji malbata ciwanê li Licê hat qetilkirin re dixwaze. Ez bawer im di hefteya pêşiya me de wê heyeta BDP’ê biçe wir. Tiştên ez bêjim ev in. Ez spas dikim.”