Ocalan heyetek dixtoran a serbixwe xwest
Ocalan heyetek dixtoran a serbixwe xwest
Ocalan heyetek dixtoran a serbixwe xwest
Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî û diyarkir ku, Ocalan got, di gewrî, difin û devê wî de şewat heye û her wiha heyetekî dixtoran a serbixwe xwest.
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xizmên ji girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê Cûmalî Karsu û Hakki Alphan çûn Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtin pêkanîn vegeriyan Gemlîkê.
Mehmet Ocalan dema ku ji Qereqola Cendirmeyan a Gemlîkê derket daxuyaniyek kurt da û got: “Pêvajo, pêvajoyekî hesase, ji ber wê ez na axivim. Ji bo parastina pêvajoyê ez na axivim. Ezê sê tiştan bêjim. Ya yekem; pirsgirêkên tenduristî ên birayê min hene. Gewrî, difin û devê wî dişewite. Heyetekî dixtoran a serbixwe dixwaze. Sersaxî li malbata ciwanê li Lîceyê jiyana xwe ji dest dayî da. Ez wisan difikirim ku dê hefteya pêşiya me heyetek ya BDP’ê biçe wir. Tiştên ez bêjim ev qasin. Sipas dikim.”
Piştre malbat ji Gemlîkê veqetiyan.