Ocalan: Bê ku pêvajoya çareseriyê dereng bikeve divê pêngav bêne avêtin

Ocalan: Bê ku pêvajoya çareseriyê dereng bikeve divê pêngav bêne avêtin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku rê kir Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Brukselê diyar kir ku, ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û wiha got: "Divê ku ji  vegotin û pratîkên ku pêbaweriya ji pêvajoyê dişikîne û kûr dike her kes xwe dûr bigire, bê ku pêvajoya çareseriyê dereng bikeve, avêtina pêngavên berbiçavr ji bo pratîzebûna pêvajoya çareseriyê jêneger in." 

Peyama Rêberê Gelê Kurd a ku di konferansê de hat xwendin wiha dest pê kir: Hevalên qedirbilind, delegeyên rûmetdar destpêkê dixwazim ku sekna konferansa we ya ku di demeke dîrokî de pêk tê pîroz dikim, bi baweriya ku ew ê encamên konferansê encamên serkeftî jê derkevin we hemûyan bi rûmetdarî û hezkirin silav dikim. Ev konferansa we ya ku hûn li dar dixin ku li gorî ruhê pêvajoya ku me piştî muzakere û hevdîtinên li ser navê dewleta Tirk li Girava Îmraliyê bi min re tê kirin, me daye destpêkirin, e qet şik û gumana min jê tune ye ku ew ê ji bo çareseriyê gelekî kêrhatî be."

Rêberê Gelê Kurd di berdewama peyama xwe de diyar dike ku ew wekî gelên qedîm ên li ser xaka Kurdistan, Anatolya û bi tevahî xaka Mezopotamyayê bi sed salan e ku li aştî û edaletê digerin  û peyam bi van tespîtan dewam kir: "Me li hemberî mêtingeriya li ser me tê ferzkirin, polîtîkayên qirkirin û talanê ligel ku em têkoşîn û berxwedaneke bêhempa di nav xwe de dihewînin jî, me tevlî pirsgirêkên xwe yên li benda çareseriyê ne sedsala 21'an pêşwazî kir. Li Tirkiyeyê pergal, ji destpêkê ve li hemberî gel xwe di warên ekonomîk, bîrdozî, polîtîk, leşkerî û çandî de pir bi hûrgilî û girtî xwe înşa kir û bi vê yekê xwe gihand roja me ya îro. Karaktera pergalê ya ji hundir re girtî û ji ber nijadperestiya hişk, olperest, cinsiyetparêz û zanyariya pozîtîvîst tevli bîrdoziyên din pirsgirêk, di platformên nîqaşê de jî bi awayekî rast nehatine pênasekirin. Hiqûq ji bilî ku bibe rêgezên dewletê rol û rista xwe ya rasteqîn neanî cih. Tu carî derfet nedan bir êk û pêk hiqûqa kesane û gel pêş bikeve. Piştî ku xweîfadekirin û rêxistinbûnî ku mafên bingehîn in nehatin naskirin, lihevkirina civakî ya ji bo vê ku pêk nehat pêve girêdayî qadên sereke yên demokratîkbûnê, çînên tên pelçidandin, cins, cemaetên çandî û olî tevli gel azadiya ku xwe bikaribin birêxistin bikin û îfade bikin bi dest nexistin."

QANÛN XISTIN MERIYETÊ

Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de li ser kurd û Kurdistanê ev tişt vedibêje: "Têkildarî Kurd û Kurdistanê qanûnên polayî yên nivîskî û nenivîskî bi awayên herî hişk û tund xistin meriyetê. Qanûnên herî tund têkildarî rastiya Kurd û Kurdistanê hatin pratîzekirin. Bi cezakirinên fizîkî re bi bernameyên pişaftinê yên kûr û berfireh têkildarî Kurd û Kurdistanê çi hebe hatin tasfiyekirin, qedexekirin û di nav bîrdoziya fermî de hatin helandin ku bi vî awayî dihat xwestin ku Kurd û Kurdistan werin tunekirin."

ÎRADEYA JIYANEK AZAD

Rêberê Gelê Kurd di peyamê de destnîşan dike ku bi tevlibûna Kurdan a Îslama îktîdarê îradeya jiyana azad a çanda Kurdan şikestineke mezin lê ket û peyam bi van tespîtan dewam kir: "Li hemberî vê yekê berxwedana ku li ser esasên Elewîtiyê û Êzidîtiyê hatin pêşxistin, têkildarî kevneşopiya Zerdeştiya kevn e û pêve girêdayî îradeya jiyana azad û devjêbernedana vê çandê rola sereke girtine serxwe.  Ji ber vê yekê tevli êzidiyan aliyên ku herî zêde rastî komkujiyan hatine elewîtiya kurdan e. Dîsa aliyên ku herî zêde li Tirkiyeyê rastî zext û pêkutiyan hatine û li hemberî van serî rakirine yên bi eslê xwe elewî ne û ew jî aliyê ku herî zêde serê xwe bi pirsgirêka neteweyî diêşînin in. Ji ber van sedeman îro roj kî rabe û bibêje; 'pirsgirêka kurd û pirsirêka Kurdistanê elewyan eleqedar nake' yan jî 'pirsgirêka elewiyan kurdan eleqedar nake' ew kes berovajîkirina herî mezin pêk tîne. Pêdivî pê heye ku kurd rast nêzî pirsgirêka eleweîyiyê, elewîtiya Anatolyayê jî bi awayekî rast li pirsgirêka Kurd û Kurdistanê binêrin. Ji ber ku rizgariya wan bi vê yekê ve girêdayî ye. Çawa ku di kûrahiya dîrokê de ev yek wiha bûye, îro roj jî dîsa bi heman rengî ye. Lewre em, elewîtiya Anatolyayê wekî mutefîkên xwe yên xwezayî dibînin û wiha dinirxînin."

QIRKIRIN BERDEWAME

Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de li ser gel, bîr û baweriyên din jî rawestiya û  têkildarî rewşa wan jî di peyamê de ev tişt tîne ziman: "Em dikarin terora li hemberî gelên xirîstiyan, ermenî, asurî, suryanî, keldanî, pontus-rum, gurcu û lazan pêk hatiye û polîtîkayên pişaftinê û cerebeyên qirkirinê yên li hemberî misilmanên xwedî çandên cuda (Mihelmî, Ereb, Çerkez û hwd) pêk hatine jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Di van qirkirinan de ne bi tenê burjuwaziya tirk, ji şirîkatiya feodalên kur jî tê behskirin. Ev ne tenê di qirkirina ermeniyan de di heman deman de bi şêwazên cuda (bi taybetî bi Alayên Hamîdiye) wekî şirîkên hev ên sûcdarên eslî kiriyarên qirkirina kurdan in jî.  Ev di qirkirina kurdan ku îro roj hê jî berdewam dike de jî wekî cerdevanan ji bo înkara kurdîtiyê bi zêdekirina mal û milkên xwe, dema ku pêdivî pê hebe bi Kurdîtiya sexte vê rola bi lanet dilîzin."

ENCAMÊN DRAMATÎK

Rêberê Gelê Kurd di berdewama peyam xwe de li ser pêkanînên qirkirinê jî tespîtên balkêş dike. Payam bi vî awayî dewam dike: "Helbet mirov nikare van polîtîka û pêkanînên qirkirinê bi burjûvaziya Tirk û feodalên Kurd re bi tenê bigire dest. Li kûrahiya van polîtîkayan de di dîrokek û  rewşeke tevlihev a civakî  jî xwedî rol û ristên bingehîn in. Bi taybetî di şerên fetihkirinê yên van dused salên dawî, di serî de destwerdanên netewe-dewletên Ewropayê û emperyalîzma rojavayî, dîsa hiqûq û dîplomasiyên wanên qaşo, di bin navê 'piştgirîdanê' de çavên xwe ji tunekirina van gelan re girtine û li hemberî van pêkanînan rol û rista xwe ya di qirkirina van gelan û berpirsiyariya xwe ya di encamên dramatîkên ku van civakên xwedî çandên qedîm ên hezar salî de nexwestine ku bibînin û qebûl bikin. Lewre bi taybetî konferansa we bi mekana xwe ya ku lê pêk tê, pewîst e ku berpirsiyariya dewletê ne rojayê yên di sazûmanbûn û domdariya vê pergalê de ji lêpirsînê were derbaskirin." 

RÛYÊ RAST Ê DÎROKÊ

Rêberê Gelê Kurd di berdewama peyama xwe de li ser nirxandinên xwe yên li ser pergalê diyar dike ku ev bi vê hewldanê dixwaze ku rûyê rast a dîroka hezar salê dawî ya Mezopotamya û Anatolyayê derxe holê ne û peyam bi van tespîtan dewam dike: "Qirêjî û korbûneke hişê dîrokê yê gelek mezin heye. Heta ku gel vê qirêjî û korbûn ji holê raneke, bi taybetî jî mîrateya çandî ya gelên ku di rewşeke trajîk de ne, emê baş fêm nekin û lê serwext nebin. Helbet pêve girêdayî em ê nikaribin li ser rastiya van çandan wan bigihînin pêşerojî jî û em ê dîsa nikaribin wan azad bikin û bi biratî bi hev re bijîn. Kes û derdorên ku li ser navê gelan têkoşîna hebûnê û azadiyê dimeşînin divê baş bizanibin ku bi nirxandinên rast ên dîrokî û civakî û bi venêrîna modernîteya demokratîk diakrin mîrateya xwe ya çandî biparêzin û azad bijîn."

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ

Rêberê Gelê Kurd di berdewama peyama xwe de diyar kir ku bi vê ve girêdayî û ji her tiştî girîngtir, wekheviyeke ku beyî jin an jî jinê di navendê de negire dê û dê têkoşîna azadiyê, heqîqetê negire dest, dê wekheviyê û azadiyê pêk neyne û wiha got: "Ji ber ku di bingeha pirsgirêkê civakê de, di têkiliyên jiN-mêr de pirsgirêk cih digire. Koletiya di vê qadê de, şêweyên metîngeriyê, hemû koletiyên civakî û şêweyên metîngeriyê prototîpî ne. Civakbûna yekemîn ya bindest û serdest, çînîtî, statuya neteweyî, hemû li ser vê bingehê bilind dibe. Di bingeha hemû şer û pevçûnan de ev radizê. Rastiya di dîrokê û di roja meya îro de radizê, bi mînakên wiha tije ye. Wê demê koletiya di jiyanê de li ser jinê hatiye ferzkirin, li dijî metîngeriyê azadî û têkoşîna wekheviyê û asta bi destxistina vê têkoşînê, li dijî koletiya di nava hemû qadên civakê de û divê têkoşîna azadî û wekheviyê bingeha wê bê avakirin. Her wiha gava em dixwazin pirsgirêkên civakî ji hev derbixin, divê li ser diyardeya jinê bê ponijandin; gava hewldanên wekhevî û azadiyê li ser jiyana jinê wekî çavkaniyekî derkeve holê, ev him bibe rêbazeke bingehîn, him jî bibe bingeheke hevgirtineke ya zanyariya exlaqî û estetîkî.

ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN

Wekî gelek çep-sosyalîstên ku li dijî van polîtîkaya ku dibe sedema hemû pirsgirêk û trajediyan derketin, kome mirovên xwe di nava kevneşopiyeke çep de xwe wekî PKK dan nasîn, di salên 1970'yan de berxwdanek dan destpêkirin, di hin merheleyên cuda de, ji ber ew qas êş û windahiyan heta roja meya îro, sala 2013'a hatin. Vê berxwedanê rê li gelek pêşveçûnan re vekir, hîşt ku pirsgirêkê demoKrasî û wekheviyê derkevin holê û ji bo bê çareserkirin roleke mezin list.

Wekî dawiya vê, îro di nava hemû aliyan de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê konsensusek hatiye avakirin. Tişta ku tune, divê ev daxwaz û zimnî derkeve holê û wekî îradeyekî derkeve holê. Di vê bingehê de travmayê ku gelê me jiyaye, windahiyên canî û malî yên ku dawiya wan nayên, dê ji êş û hêsirên çavar rizgar bibin.

Di vê çarçoveyê de; di têkoliyên kurd-tirkan de divê bi paradigmayeke nû, aştiyeke ku hemû Rojhilata Navîn dixe binê bandora xwe bê înşakirin. Ji ber ku em wekî Tevgera Azadiya Kurd bi awayekî cidî ji vê bawer dikin, me hemû hêzên PKK'ê derxistin derveyî sînorên Tirkiyeyê û me ji vê çareseriyê re derfetek avakir. Di merheleya ku em îro gihîştinê, ji ber ku tişta ku ketiye ser milê PKK'ê bi awayekî cidî pêkaniye, îro mirin sekinîne, beyî ku derfetê bide provokasyonekî merheleya vekişînê bi gelemperî temam bûye. Niha êdî berpirsiyarî ketiye ser milê hikûmetê, em ketine merheleya 2'emîn. Min der barê vê merheleyê de pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî radestî hikûmetê kiriye. Gotinên Serokwezîr Erdogan yên wekî 'bila çek bê deng bin, fikir biaxivin, siyaset biaxive' divê di vê merhelêyê de binê wê bê tijekirin.

Bendewariya vê pêvajoyê ya ji hikûmetê ew e ku divê hikûmet sererastkirineke qanûnî bike, pergala ku hemû mafên siyasî demokratîn diparêze ava bike. Divê her kes ji gotin û pratîkên ku pêvajoyê dixe nava bê baweriyê dûr bisekine, ji bo pêvajoya çareseriyê jî beyî ku zêde li pêvajoyê bê belakirin gavên şênber û bên pratîkirin. Ev gelekî girîng e.

Heke hikûmet qanalên siyaseta demokratîk veneke, ji siyaseta demokratîk bireve, ev ê berovajiyê pêngava çareseriya demokratîk be.

Lê em dê bi sebreke mezin û bi înad qanalên siyaseta demokratîk vekirî bihêlin û têkoşînê bidin. Nirxên ku bi têkoşîna fedekarî û bi hezaran şehîdên derketiye holê, êdî hemû cîhan mecbûrkiriye ku di serî de nasnameya gelê kurd û hemû kesên ku hatine bindestkirin, perçiqandin, tepisandin û tune hesibandin qebûl bikin. Lê divê ev rewşa naskirinê di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de bê naskirin, mafên gelên me yên wekî ziman û çand, heta statuyê, hemû pirsgirêkên civakî-aborî bê çareserkirin heta pirsgirêkên perwerde û tenduristiya jî, dê ji bo çareserbûna hemû pirsgirêkan helwesta konferansa we pêşî vekirî be.

Ji ber ku ji ber polîtîkayên sirgûnkirinê, gelê meyî koçî Ewropayê hatiye kirin, salên dirêj li dîasporayê kedeke mezin daye û têkoşîna wî ya fedekarî, di destkeftiyên meyên îroyîn de diyarde ye. Ez bi dil bawer dikim ku dê di vê pêvajoya vê têkoşîna nû de jî dê bi heman biryardariyê berdewam bike. Ez bawer dikim ku dê konferansa we pêvajoyê ji nêz ve bişopîne, dê xebatên ji bo aştiya mayînde û asayîbûnê bi biryadariyek mezin berdewam bike.

Rêberê Gelê Kurd di peyama wiha berdewam kir: "Bi munasebeta konferansa we, ji bo tevlîbûna hemleya têkoşîna siyaseta demokrat in ez bang li çîna jinan ku herî kevnar û zêde hatine mêtingerkirin, baweriyên ku hatine heciqandin û mezhebên wan û gelek baweriyên xwedî çand, nûnerên çîna karkeran û kesên ji pergalê hatine dûrxistin, dikim ku bi awayekî çalak li gorî dîroka Kurdîstan û Anatolyayê, ji bo avakirina welatekî hemû gelan û çandan bi awayekî wekhev, azad û demokratîk berpirsyariyek mezin dikevi ser milê herkesî. Hûn hemû gelên ji neçarî li derveyî welat hatine hiştin, nûnerên çîn û çanda bi awayekî xurt bixebitin." 

Rêberê Gelê Kurd wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: " Ez bi baweriya ku gelê me yê li Ewropa, bi rêya vê konferansê yekîtî û rêxistinbûyina xwe dê hîn zêde berfireh bike û li gorî vê pêvajoya dîrokî dê seknek dîrokî berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Bi vê baweriyê ez we hemû beşdarên konferansê pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de wiha got: "Ez bi kesayetî, ji niha ve li ser biryarbûyîna konferansa we, ez li ku derê dibim bibim, di kîjan demê de bijîm bila bijîm; ji bo civaka ku ez hewl didim bibim kesayetekî wê, ji bo Kurdên ku îro ev tirajediya dijîn, ji bo rêya çareserî û rizgariya netewebûyîna demokratîk, di serî de ji bo parçeyêk ji gelê cîran, ji bo ji rêya çareserî û rizgariya Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên hemû gelên Rojhilata Navîn, ku ew jî parçeyek ji gelên cîhanê ne ji bo rêya çareserî û rizgariya Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên gelên cîhanê, sekna min a heta dawiyê bi rêbazên vegotin û çalak, her tim di nav têkoşînbûyînê asayî ye. Ez ê bi bandora hewcedariyê, bi kesayetiya xwe ya estetîk, felsefî û hêza zanyarî ku bi kesayetiya xwe ya gihîştiye heqîqetê bimeşim, jiyanê bi dest bixim û bi her kesî re parve bikim. Silav ji kesên ku hêz dane vê pêvajoyê û kesên desteka xwe didin çareseriya aştî û demokrasiyê! Silav ji bo kesên berpirsyariya biratî, wekhevî, demokrasî û azadiya gelên me girtine ser milê xwe!