Obama: Ji bo mudaxaleyê ezê erêkirina kongreyê bixwazim
Obama: Ji bo mudaxaleyê ezê erêkirina kongreyê bixwazim
Obama: Ji bo mudaxaleyê ezê erêkirina kongreyê bixwazim
Serokwezîrê DYA’yê Barack Obama diyar kir ku ew ji bo tevgera leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê dê erêkirina kongreyê bixwaze.
Obama li ber Qesra Spî daxuyanî da û da zanîn ku li Sûriyeyê êrîşa herî mezin ya kîmyewî a sedsala 21’emîn pêk hatiye û got divê DYA li dijî Sûriyeyê ku li hemberî gelê xwe çekên kîmyewî bikaraniye bikeve nava tevgerê û got: “Rayeya min bo vê heye. Min hêj biryar nedaye. Ji bo tevgera leşkerî ezê erêkirina kongreyê bixwazim.
Obama diyar kir ku operasyona li dijî Sûriyeyê pêk were dê operasyoneke bi sînor be û got: “Em leşkerên DYA’yê naşînin wir.” Obama der barê pêkhatin operasyonê de jî got: “Dibe ku em sibê jî pêk bînin, hefteyek şûnde jî dibe pêk were, di rojên pêş de jî dibe pêk were.”
Kongreya DYA’yê di 9’ê îlonê de dicive. Tê payîn ku operasyona li dijî Sûriyeyê di runiştina mijara gotinê ye de bê pêşkêşkirin.
DYA îdia dike ku di êrîşa di 21’ê Tebaxê de hezar û 400 kes mirine. Sûriyeyê jî ev sûcdarî red kir û got li pişt êrîşê muxalîf hene.
Mufetînên NY’ê yên ku îro ji Sûriyeyê derketin, ji cihê bûyerê mînak girtin. Mînakên mijara gotinê ne dê di rojên pêş de li laboratuvarên Ewropayê bên lêkolînkirin.