NY: Tirkiye, li kuştina sivîlan a li Kurdistanê napirse

Buroya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê diyar kir, Rewşa Awarte li Tirkiyeyê bi rengekî rûtîn tê dirêjkirin û mafê bi sed hezaran kesî tê binpêkirin.

Di raporê de her wiha hate gotin, derbarê berpirsên komkujiya di dema xwerêveberiyê de tê lêpirsîn nehatiye kirin.

Buroya Mafê Mirovan a NY’yê raporeke bi naveroka binpêkirina mafê mirovan a 2017’an a li Tirkiyê weşand. Di raporê de li ser Rewşa Awarte û binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê rexneyên tund hebûn.

NY’yê got di maweya Rewşa Awarte de li Tirkiyê bi sed hezaran kes bi rengekî kêfî hatine binçavkiri, êşkence û tehde li wan hatiye kirin, geşt û xebat hatina astengkriin, mafê rêxistinîbûn û derbirînê hatiye binpêkirin û hate gotin ev rûdan wê li ser avaniya sazûmaniyê û sosyo-aborî ya Tirkiyê wê bi rengê karigeriyeke domdar be.

Li gorî raproê, ku navbeyna 1’ê Çile û 31’ê Kanûna 2017’an di nav xwe de vedihewîne, li Tirkiyê bîlançoya binpêkirina mafê mirovan giran e.

160 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN

Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeyd Raad El Huseyîn got li Tirkiyê, di 18 mehan de 160 hezar kes hatine binçavkirin, 152 hezar kes ji kar hatine avêtine, nûçegihan hatine girtin û her wiha gelek organên çapemeniyê jî hatine girtin.

Di raporê de tê gotin li Tirkiyê 300 nûçegihan girtî ne, 100 hezar malper hatine astengkirin û di nav van de herî pir malperên Kurdan û tv’yên Kurdan hene.

BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN A LI KURDISTANÊ BI CIHEKÎ TAYBET BÛN

Di rapora NY’ê de ji bo bipêkirina mafan a li Kurdistanê beşekî taybet hate veqetandin. Hate gotin li Kurdistanê cinyayet, êşkence, tundiya li ser jinê, bikaranîna hêzê ya bê rêjeyî, hilweşandina mal û avaniyên dîrokî, neparastina mîrataya çandî, nedayina xizmetên tenduristiyê ya bi lezgînî didomin.

Di raporê de her wiha hate gotin li herêmên Kurdan azadiya derbirînê bi rengekî cidî tê sînordarkirin.

Di raporê de komkujî û kuştina sivîlan a di dema xwerêberiyê de hate destnîşankirin û hate gotin li ser encamên êrîşên 2015-2016’an ti lêpirsîn nehatiye vekirin.

Komîserê Payebilind Huseyin diyar kir Tirkiye li ser kuştina sivîlan ti lêpirsîn nekiriye û rexne li daxuyaniya Wezareta Navxwe yê Tirk yên derbarê operasyonên 2015-2016’an anî ku gotibû, ‘’10 hezar û 657 terorîst hatin bêkarîgerkirin’’. Huseyîn got nediyariya di vegotina ‘hatin bêkarîgerkirin’ dibe sedema fikaran û bang li Tirkiyê kir ku derbarê aqûbeta van kesan daxuyaniyeke berfireh bide.