NY: Li Îranê salekê 70 kasibkar hatin qetilkirin

NY: Li Îranê salekê 70 kasibkar hatin qetilkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe ya nû ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê de diyar kir ku di nava salekê de bi hinceta kasibkariyê (qeçaxçitî) 70 Kurd hatine qetilkirin, 68 jî birîndar bûne.

Kuştinên bêdaraz ên rejîma Îranê ku bi salane li ser sînor dike, cihê xwe di rapora NY de girt. Di rapora ji aliyê Raportorê Taybet ê NY Ahmed Şahîd de di nava salekê de li herêmên Ûrmiye, Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta bazirganiya li ser sînor kirine hêzên rejîma Îranê 70 Kurd qetil kirine.

Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser mayinên antî personel ên bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin lê hînê li Kurdistanê hene û hat destnîşankirin ku li Îlam, Kirmaşan, Sine, Ûrmiye û herêma Erebakîncî ya ser bi eyaleta Kûzîstanê 20 mîlyon mayin hene. Hat ragihandin ku ji ber van mayinan rojê 2 kes jiyana xwe ji dest didin û ji sedî 40 ê vê jî zarokên di binê 14 salî de ne.

Raportor Ahmed Şahîd her wiha bal kişand ser rewşa komên hindekahî yên li welêt û got, "Hindikahiyên di perwerde û kar de rastî cihêkariyê tên, bi girtin û îşkenceya kêfî re rû bi rû dimînin."

Di rapora ku ev du roj in di çapemeniyê re pêwendiyeke mezin dibîne de, cihekî berfireh ji zextên li rojnamevanan û qedexeyên înternetê, hatiye veqetandin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku qanûnên dawî yên der barê zarokan de hatine derxistin, rê li ber fikar û gumanan vedikin.

ANF bi salane balê dikşîne ser kuştinên bêdaraz ên li ser sînor. Rejîma Îranê her sal bi dehan mirovan li ser sînor bêdaraz, bi hinceta kasibkarî kirine, qetil dike. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Îranê di sala 2012'an de leşkerên Îranê li ser sînor herî kêm 37 kes qetil kirin. Tê texmînkirin ku hejmara rastî jî ji vê gelekî zêdetir e. 

Leşkerên Îranê li ser sînor xwe dixin şûna dadgeriyê û mîna "tîmên mirinê" tevdigerin.