'NY divê ji bo rawestandina komkujiyan bikeve nava tevgerê'

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li paytexta Swêd Stockholmê di civîneke çapemeniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nava hewldanan.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku 2 roj in li Swêdê danûstandinên dîplomatîk dike li paytext Stockholmê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Di civîna çapemeniyê de Ehmed bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û encamên êrîşan.

Ehmed bi bîr xist ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku 9 roj in bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk tevî Kurdan Ereb, Asûrî-Suryan, Tirkmen û penaberên ji şer reviyane hene.

TIRKIYEYÊ ÊRÎŞÎ HERÊMA HERÎ ARAM A SÛRIYEYÊ KIR

Ehmed anî ziman ku Tirkiyeyê êrîşî herêmên herî aram û aştiyane yên Sûriyeyê kiriye û ragihand, ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo lihevikrin û çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalogê dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê de israr kiriye.

Ehmed destnîşan kir ku Rojava ti carî ji bo Tirkiyeyê yan jî welatekî din ê herêmê nebûye gef û ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyeyê vebigirin wan çekên xwe yên giran vekişandine.

Ehmed diyar kir, ku wan hêvî dikirin ku DYE êrîşên Tirkiyeyê rawestîne û got, "Lê mixabin hêzên DYE'yê xwe vekişandin û îmkan ji Tirkiyeyê re pêşkêş kirin ku êrîş bikin."

Ehmed anî ziman ku QSD û hêzên Kurdan ji bo parastina sînor û gelê xwe neçar man ku bi Rûsya û rejîma Sûriyeyê re bazariyê bikin û bal kişand ser gef û komkujiyên li dijî gelê Rojava.

Ehmed got, "Ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî nêzî 500 mirovên wan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Rewş cihê fikarane, bi sed hezaran mirov neçar man xaka xwe biterikînin. Hêzên alîkariyê yên li herêmê hemûyan xwe vekişandin."

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE

Ehmed diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşî warê sivîlan, binesaziya av û elektrîkê dikin, bombe li konvoyên sivîlan dibarîin û ji ber vê yekê jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ehmed dax uaykirin ku çeteyên cîhadîst ên dewleta Tirk jî tevî leşkerên Tirk ji bejahî ve êrîş kirin û got, 'Ev çeteyên cîhadîst ku Tirkiye wan weke 'Artêşa Sûriyeya Azad' pênase dike çeteyên berê yên DAÎŞ'ê ne."

Ehmed destnîşan kir ku rewşa li Serêkaniyê ya dorpêçkirî girane, li bajêr av û elektrîk nîne.

Ehmed diyar kir ku li gorî hin nîşaneyan dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku li herêmê lêkolînê bikin.

JI BO SERÊKANIYÊ DIVÊ BI LEZGÎNÎ KORÎDORA MIROVÎ BÊ AFIRANDIN

Ehmed anî ziman ku jiyana bi hezaran sivîlan di rewşeke metirsîdar de ye û got, "Ji bo Serêkaniyê divê korîdoreke mirovî bê afirandin. Ev yek di berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye, Neteweyên Yekbûyî (NY) divê bi berpirsyariya xwe rabe û bikeve nava liv û tevgerê."

Ehmed di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li hemû welatan û saziyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û dagirkerî û drama li Bakurê Sûriyeyê bi dawî bikin.