NY: Divê Îran aqûbet û cihê cenazeyê 4 girtiyên siyasî yên Kurd eşkere bike

Rêxistina Netewên Yekbûyî berpirsên Îranê vexwende ser erkê da ku di derbarê aqûbet û cihê veşartina cenazeyê çar girtiyên siyasî yê Kurd ku îdam kiribûn, eşkere bikin.

Li gorî rapora komxebata rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) ya di derbarê wendayên nediyar, çar girtiyên siyasî yê Kurd bi navên Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Vekîlî weke wendayên nediyar û mecbûrî destnîşan kir.

Li ser vê esasê NY berpirsên Îranê vexwende ser erkê da ku aqûbeta wan çar kesan diyar bike û îddaya îdam bûna wan îspat bike, heke îdîa rast be vê çaxê divê cihê ku cenazeyê wan lê veşartine diyar bikin û ji malbatê wan re bê ragihandin.

Ew komxebate di civîna xwe ya hejmara 118’an de li gorê belgeya bin av û hejmara A/HRC/WGEID/118/1 çar girtiyên siyasiye Kurd ku hatine îdam kirin weke wendayên bi zorê (îcbarî, mecbûrî) bi fermî nas kir.

Di vê raporê de hatiye gotin ku wendabûnên bi zorê binpêkirina mafê mirovan a her timiye û nabe ku bi deme re bê hiştin, heta ku kesê wenda peyda nebe, yan jî aqûbeta vê bi temamî diyar nebe vê lêkolîn berdevam bikin.

Mamoste û çalakwanê mafê mirov Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Vekîlî û Elî Heyderiyan di 9’ê Gulana 2010’an piştê pêvajoyeke dadgehiyê ya bi kêmasî, rexmê nerazîbûnên mezin ên gele Kurd û Rojhilatê Kurdistanê û yên cîhanê bi awayekî veşartî û bê agahiya parêzer û malbatên wan li Girtîgeha Evînê hatibûn îdamkirin.