Berdevkê NY’yê Stephane Dujarrîc got, ev bûyer fikaran çêdike ku li Sûriyeyê şaşîtiyeke darazî pêk were an jî rîska geşbûna leşkerî heye. Berdevk got, "Hewldanên têkoşînê yên dijî DAIŞ'ê yan jî komên hevşib ên terorîst, heta di lêgerîna çareseriyeke siyasî de hevkariyekê bi xwe re neyîne taloke dikare ku zêdetir bibe."
DYA'yê balafirek şer a rejîmê ku êrîş biribû ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk anîbû xwarê. Rayedarên Amerîkî diyar kiribû ku ew ê bi xweşî li gefên li ser ser hevkarên wan nenerin.
Rejîma Îranê roja Yekşemê moşekên bi menzîla dirêj avêtine gelek deverên Sûriyê. Rêveberiya Îranê got ev bersivek li dijî DAIŞ'ê bû ku 7'ê Hezîranê êrîş li Tehranê kiribûn.
Di êrîşên Tehranê de bi hindikayî 18 kes hatibin kuştin. Rayedarên Îranê diyar kirin ku bi êrîşa moşekan hem xwestine ku 'terorîstan ceza bikin' û hem jî mesajekê bidin dijminên xwe.