NY: Dev jî êrîşên li dijî rojnamevanan berdin

NY bi daxuyaniya ku dayî êrîşên li ser rojnamevanan rexen kir û got: “Dawî li êrîşên li dijî rojnamevanan bînin. Êrîşkirina li ser çapemeniyê tê wateya êrîşkirina li ser demokrasiyê” bang li lîderên siyasî kirin.

Rapotorê Taybet ê Azadiya Îfade û Derbirînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Davîd Kaye û Raportora Taybet a Têkoşîna li Hember Binçavkirinê kêfî û Înfazên bê Daraz Agens Callmard bi boneya 2’yê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Sûcên li hember Rojnamevanan a Cîhanê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan.

‘DIVÊ ROJNAMEVAN JI ALIYÊ LÎDERÊN SIYASÎ VE WEKE HEDEF NEYÊN NÎŞANDAN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo êrîşên her ku diçe li dijî rojnamevanan zêde dibe bidin rawestandin, divê lîderên siyasî dev jî polîtîkayên hedefkirina rojnamevanan berdin.” Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku hê jî rojnamevan ji aliyê hinek siyasetmedarên asta jor ve weke hedef tên nîşandan.

Raportarên Taybet diyar kirin ku di sala 2017’an de li gelemperiya cîhanê ji 30’an zêdetir rojnamevan hatine qetilkirin û wiha hate gotin: “Bi van êrîşên tên kirin ne tenê rojnamevanan ji malbatên wan qût dikin, di heman demê de her êrîşa tê kirin li dijî civakeke demokratîk tê kirine.”

Rapotorên Taybet destnîşan kirin ku êrîş û zextên li hemberî rojnamevnan di nava civakê de weke kiryarên di nava civakê de weke nelirêtî û erka xwe xirab bikaranînê zêde bûne û wiha pêde çûn: “Zimanê lîderên siyasî yên sûcdarî yên li hemberî rojnamevanan tên bikaranîn, pêşiya darezandina bi awayekî serbixwe digire yan jî ji bo nediyarkirina yên rojnamevanan qetil dikin de rolên girîng dilîzin.”

 ‘DEV JÎ ŞEYTANKIRINA ROJNAMEVANAN BERDIN’

Rapotrorên NY’yê banga divê bi lezgîn lîderên siyasî dev jî zimanê şeytankirina rojnamevanan berdin û wiha gotin: “Sûcdarkirina terorê yên li hember rojnamevanan tên bikaranîn, di nava civakê de rê li ber şidet li ser bê bikaranîn vedike. Li ser vî bingehî sûcdarkirina terorê yên li hember rojnamevanan, divê bilezgîn dev ji gotinê bi kîn û nefret bê berdan. Divê dawî li girtin û darezandina rojnamevanan bên anîn. Divê kujerên rojnamevanan bên diyarkirin û darezandin. Hemû dewlet ji bo rawestandina êrîşên li dijî rojnamevanan tên kirin, rê bê dîtin û bikevin nava tevgerê.”