NY çû serdana kampên Êzidiyan
NY çû serdana kampên Êzidiyan
NY çû serdana kampên Êzidiyan
Heyeta ji Komîseriya Bilind a ji bo Penaberan Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji bo dîtina rewşa Kurdên Êzidî yên ku ji Şengalê neçar man ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçberê Bakûrê Kurdistanê bibin û li wir li kampan hatin bicihkirin, çûn serdana kampên Êzidiyan.
Heyeta ji Komîseriya Bilind a ji bo Penaberan Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ku ji bo şopandina rewşa Êzidiyên ku neçar man ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçberê Bakûrê Kurdistanê bibin, hate Bakûrê Kurdistanê, çû serdana kampa penaberan a li Sêrtê. Heyeta ji endamên buroya UNHCR ya Enqereyê Fetin Alami û Neşe Kilinçogu pêk tê çû serdana kampa penaberê ya bi navê Kampa Dudêran a Şengalê û piştre jî çûn serdana şaredariya Sêrtê.
Şandeya UNCHR piştre çû serdana şaredariya Sêrtê û ji aliyê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Alîkara hevşaredaran û Berpirsên Kampa Dudêran a Şengalê Elîf Akgul û Prz. Şakîr Demir ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha derbarê rewşa penaberan û pêwistiyên penaberan de agahî dan heyeta UNHCR.