NY: 2,5 milyon Sûriyeyî di rewşên xirab dene
NY: 2,5 milyon Sûriyeyî di rewşên xirab dene
NY: 2,5 milyon Sûriyeyî di rewşên xirab dene
Ekîbên alikariya mirovan yên ku li Sûriyê dixebitin, ji ber şerên ku li herêmên cuda yên welat jiyan dikin sê mehe li herêmên ku nikarin bigehinê 2 milyon 500 hezar mirov di rewşên xirab dene. Li gorî peywirdarên alikariya mirovahî nexweşiyên pençeşêr û nexweşiya şekirê li gelek mirovan ji ber negirtina dermanbûna tibî bi “bêdengî” dimirin. Li gelek cihan nebûna xwarinê digehe asta mirinê.
Di vê alî hişariya yekem roja Înî Sekreterê Gitşî yê NY’ê di mijara alikariya mirovahî ji Valerie Amos hat. Amos ku diyar kir li Sûriyê hejmara komên çekdar yên şer dikin gihiştiye 2 hezarî anî ziman ku şerên bê navber di nava koman de dijîn ji bo alikariya mirovahiyê guzergahên Kilit yên hatine wezîfedar kirin hatine asteng kirin.
Amos weke din diyar kir ku revandina peywirdarên alikariya mirovahî, dizîna wesayitên alikariya mirovahî dibin, şewitandina wan û nema ewlehiya ajotvanên wesayitan, birina baran ya van cihan ne pejirandine.
Amos diyar kir ku ji ber çekên giran yên di şerde têne bi karanîn hejmarekî mezin ya Sûriyeyan li gel cîhana derve peywendiyên wan ji derve qut bûne û wiha got: “Komên mûxalîf li bajarên nêzî Helebê Nubul û Zahra dorpêça wan berdewam dike. Hêzên hikûmetê Rojhilatê Guta, Hajar al Aswad, l taxa Şamê Muadamiyê û bajarê berê Humus dorpêça wan berdewame.”
Li gorî agahiyên bi dest ketine, li Sûriyê gelek mirov ji ber alikariya tibî nagirin bi nexweşiyên kanser û şekerê bi “bêdengî” dimirin. Herwiha li welat fewcbûna zarokan bigire gelek nexweşiyên din bi lez belav dibin.