‘Nurettîn Bedîz 25 salan mil da gelê Kurd’

Li ser mirina Nurettîn Bedîz KCDK-E û NCDK’ê daxuyanî dan û gotin ew ê bîranîna wî bi geşkirina têkoşînê bidin jiyîn.

Ji bo mirina Nurettîn Bediz ku demeke dirêj li komeleyên Kurd ên Stockholmê xebat kirî peyama sersaxiyê hate belavkirin.

Kongreya Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) di peyama xwe de got: ‘

KCDK-E: HETA HILMA XWE YA DAWÎ TÊKOŞIYA

Kongreya Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) di peyama xwe de got: ‘’Mirina hevalê me yê ku demeke dirêj ked daya şoreşê, têkoşîna mirovahiyê, di salên dî yên têkoşînê de jî li nav komeleyên Kurd ên Stockholmê bi aktîvî xebitî em xemgîn kirine. Nurettîn Bedîz ê xebatkar û fedekar 3’yê Îlona 2017’an, şeva Yekşemê bi krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Di Têkoşîna Azadiya Kurd de di rêxistinî û rêveberiya gelek bernameyan de bi çalakî xebitî ye. Heta hilma xwe ya dawî têkoşiyaye.

Em KCDK-E soz didin hevrêyê xwe  Nurettîn Bedîz ku di ji têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê weke stêrikekê xuricî ye, em ê têkoşînê ji cihê mayî bidomînin û em ê wî di bîranîn û meşa xwe ya azadiyê de bidin jiyîn. Serê gelê me û hezkiriyên wî sax be.’’

NCDK: ŞEV Û ROJA XWE DIKIR YEK..

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê (NCDK) jî di peyama xwe de got ew Nurettîn Bedîz ê Tirk ku 25 salên xwe, bi şev û roj bi fedekarî dane Tevgera Azadiya Kurd bi bîr tînin û êşa çûna wî dijîn û hate gotin, ‘’Wî, tevahiya jiyana xwe da biratiya Tirk û Kurdan, da têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzme.’’

Bi domdarî di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Şeva 3’yê Îlonê ji bo azadiya Rêbertiya me û azadiya gelê me dilê wî rawestiya. Lê em ê bi biryardarî û dilsoziya Bedîz têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û gelê xwe geş bikin.

Bi vê çarçoweyê em bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan dikin kut evlî çalakiya 9’ê Îlonê bibin ku em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin.’’

Meş û mîtînga ji bo azadiya Ocalan 9’ê Îlonê saet 14.00’an li Parka Humlegardenê wê dest pê bike.