Nûnerê BDP’ê Yê Hewlêrê: Li Hewlêrê hevdîtin pêk nehatine

Nûnerê BDP’ê Yê Hewlêrê: Li Hewlêrê hevdîtin pêk nehatine

Nûnerê BDP’ê yê Hewlêrê Cemal Coşkun têkildarî nûçeyên di çapemeniya tirk de yên wekî li Hewlêrê di navbera PKK û  dewleta tirk de hevdîtin tên kirin axivî û diyar kir ku ev nûçe derew in û bes armanca wan ‘propogandayên reş’ in.

Nûnerê BDP’ê yê Hewlêrê Cemal Coşkun destnîşan kir ku heta niha di navbera PKK û heyeteke dewletê de hevdîtin pêk nehatine û bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî daxuyandiyye ku heta niha xwestekek ji bo hevdîtin li Hewlêrê pêk werin ji aliyê dewleta tirk ve ji bo wan nehatiye.  Coşkun, anî ziman ku pêkanînan hevdîtinan diyalog, hebûna muzakereyan ji bo bi riyên demokratîk çareserkirina pirsgirêkê girîng in û axaftina xwe wiha domand:

“Em vê pêvajoyê watedar û girîng dibînin. Ji devê rayedarên dewletê gotineke ji bo aştî, biratî, jiyana hevpar a gelan, wekheviyê dernakeve. Berovajî vê yekê ji bo propogandaya reş çi ji destê wan tê wê dikin. Ji aliyê din tecrîda li Îmraliyê  hêj berdewam dike. Heke ku bi rastî jî niyeta wan a ji bo çareseriyê hebe, divê pêşî şert û mercên Îmraliyê werin guhertin, ji bo diyalog û muzakere bi awayekî rêk û pêk werin kirin merc bênsereraskirin.”

Coşkun di axaftina xwe de bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hêj operasyonê lieşkerî berdewam dikin, di çarçoveya qirkirina siyasî de zêdetirî 10 hezar kes hatine girtin lê ligel vê jî heke ji bo çareserkirina pirsgirêkê samîmî bin ha li Hewlêrê bi PKK’ê re hevdîtinan pêk anîne ha li ciheke din ev ne girîng e û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Hevdîtin pirsgirêkên teknîkî ne. Hevdîtin li Hewlêrê jî dikarin bên kirin, li Enqereyê jî li Ewropayê jî. Ez ne diwê baeriyê de me ku di pêvajoyeke wiha de li Hewlêrê hevdîtin bên kirin. Heke serokwezîr Erdogan samîmî ye bila dev ji propogandaya reş ber de û di çarçoveya nexşeriya hatiye destnîşankirin bila tevbigere.”