Temellî: Berxwedana Mazlûm Dogan û dayika wî ji bo me mînak e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana konê sersaxiyê kir ku ji bo dayka Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hatiye vedan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li navçeya Dep a Xarpêtê serdana şîna ji bo dayika Mazlûm Dogan Kebîra Dogan (94) hatiye danîn, kir.

Gelek parlamenter jî tevlî merasîma li mala cemê bûn. Temellî li vir axivî û diyar kir, berxwedana li dijî zilma dewletê dewam dike û emrê 94 salan ê Kebîre Dogan jî nîşaneya berxwedanê ye. Temellî got, "Berxwedana Mazlûm Dogan ji bo me mînak e. Îradeyeke ku hêzê dide têkoşîna me. Bi vê wesîleyê em wî jî bi bîr tînin."

'DEWLET WÊ DI BIN PLANA XWE YA TÊKBIRINÊ DE BIMÎNE!'

Temellî bal kişand ser daxwaza dewleta zordar a ji bo tepisanjdina bi rêya şer, asîmîlekirin û komkujiyê û got, dewlet wê di bin plana xwe ya têkbirinê de bimîne.

Temellî û heyeta pê re ji bo tevlî merasîma bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî bibin ku 15'ê Mijdara 1937'an hatin darvekirin, berê xwe dan Dersimê.