Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîlayan weşand a 20’ê Cotmehê li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser 5 gerîlayên 20'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî da.

HPG'ê diyar kir ku roja 29'ê Cotmehê li bejahiya Çelê çalakiyek li dijî leşkerên Tirk hatiye kirin û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.

 

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gel devera Nêrwe gundê Rêkan yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe dike.

KCDK-E ji bo çalakiyên 6-18'ê Mijdarê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 15 rojan a qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava du hefteyan de 79 çete hatine kuştin.

Zarokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dayik dibin, yekser dibin welatiyên Amerîkî. Serokê DYA'yê Donald Trûmp niha dixwaze vî mafî ji holê rake.

Li Xaneqînê piştî bernameeya Îmam Huseynî teqîn çêbû, di encama teqînê de 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.