HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser 5 gerîlayên 20'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser 5 gerîlayên 20'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî li malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin û gerîlayên bi navê Binevş Doga, Dengtav Andok, Destan Afşîn, Siyaşev Toktaş û Toprak Rojhat hatin bîranîn.
Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:
Kurdistan welatekî qedîm e ku zaliman gelek caran êrîşên giran lê kirine. Gelê Kurdistanê jî li nava vê erdnîgariya bêhempa afiriye û li dijî mêtingeran her tim xwe û xaka xwe parastiye. Êrîş ji kê û ji ku hatibe jî, gelê me li pêşberî êrîşan teslîm nebûye, li ber xwe daye û xwe gihandiye vê serdemê. Ev berxwedan bêguman bi hêza xwe ya gelê me û bi saya lehengên ku ji nava xwe derxistî, pêk hatiye.
Lê belê bi pêngava Rêber Apo re welatparêzî, têkoşîn, şer, lehengî û fedayîtiya li Kurdistanê ji nû ve hatine pênasekirin. Kesayetiya Kurd a azad a derkete holê, di serdema heyî de nifşekî nû yê ku şerê herî mezin ê îradeyê yê ji demên berê xurtir dike, afirandiye. Ev nifşê nû di nava PKK'ê de berçav bûye û keç û xortên bijarte yên welatê me, bi fedakarî û lehengiyên mezin li dijî sîstemên ku Kurdistan dagir û talan kirine têdikoşin. Divê baş bê zanîn, eger gelê me bi rengekî xweşbîn li paşeroaj xwe dinere, ev yek bi saya lehengan e ku di şexsê şehîdan de şênber bûne û canê xwe feda kirine.
Şehîdên me her tim rê li ber me vedikin û mizgîniya siberoja azad didin. Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin. 20'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşeke artêşa TC a faşîst, hevrêyên me Binevş, Dengtav, Destan, Siyaşev û Toprak tevlî karwanê nemiran bûn. Em van hevrêyên xwe bi bîr tînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
![]() |
Nasnav: Binevş Doga |
![]() |
Nasnav: Dengtav Andok |
![]() |
Nasnav: Destan Afşîn |
![]() |
Nasnav: Siyaşev Zerga |
![]() |
Nasnav: Toprak Rojhat |
Şehîdên me ji bo jiyana bi rûmet û azad a gelên Kurdistanê di nava her şert û mercî de têkoşiyan. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên me de serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdên leheng radestî me kirine, em ê heta serketinê her bilind bikin."