Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

HPG'ê ragihand, 2 kontrayên ku sala 2017'an cihê komek gerîla ji rejîma Tirk re eşkere kirin, hatine cezakirin.

Hevserokên HDP'ê yên Sûrê Coşkûn û Altinkaynak gotin, ramanên Ocalan ramanên aştî û aramiya Rojhilata Navîn e û diyar kirin, tecrîd wê bi îrade û têkoşîna gelê Kurd ji holê rabe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniya li ser nasnameya gerîlayekî 30'ê Îlonê li Mêrdînê şehîd bû sererast kir. HPG'ê ragihand ku li Bestayê jî 2 gerîla ji bo dîl neyên girtin xwe şehîd xistine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Ûlaşliyê, bi hewan, doçka, A4 û BKC’an êrîşî sengerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Bogaz ê Minbicê dikin.

Li Elbakê HDP'ê zêdeyî 90 ji sedî yê dengan stendibû. Leşkerên Tirk avêtin ser gundên Elbakê û gef li keyayan xwarin ku divê ji gundan deng ji HDP'ê re dernekeve. Helîkopterên leşkerî jî li ser gundan digerin û hewl didin gundiyan bitirsînin.

Şukran Aydogan ku salekê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tarsûsê ma, li ser rewşa girtîgehê axivî. Aydogan got, kiryarên li girtîgehê ne kêmî yên darbeya 12'ê Îlonê ne û mafên mirovan hîn jî tên binpêkirin.

HPG'ê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çalakiya gerîla de herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Tevgera Azadî di salvegera 4’an a damezirandina xwe de ji bo çareseriya krîzên li Herêma Kurdistanê projeyek a çareseriyê ya berfireh parve kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

Di teqîna li dibistanekî pîşeyî ya Qirimê de 18 kes mirin.

Rejîma Îranê ji bo 14 leşkerên xwe yên li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê hatin revandin, daxwaza alîkariyê ji rêveberiya Îslamabadê kir.