'Kiryarên li girtîgeha Tarsûsê ne kêmî yên 12'ê Îlonê ne'

Şukran Aydogan ku salekê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tarsûsê ma, li ser rewşa girtîgehê axivî. Aydogan got, kiryarên li girtîgehê ne kêmî yên darbeya 12'ê Îlonê ne û mafên mirovan hîn jî tên binpêkirin.

Şukran Aydogan (27) sala 2017'an li Edeneyê bi îdîaya "endametî û alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin û salekê li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tarsûsê ma. Aydogan qala Girtîgeha Tarsûsê kir. Şukran Aydogan got, kiryarên li girtîgehê ne kêmî yên dabeya 12'ê Îlonê ne.

Aydogan bi bîr xist, dema ku hate girtin xwişka wê Merve Aydogan jî li heman girtîgehê bû, lewma xwestiye biçe qawîşa wê û got, "Xwişka min nexweşa çolyak e. Min xwest biçim cem wê, lê demeke dirêj nehiştin. Ji xwe çend hefteyan em nebirin qawîşan. Destpêkê em li cihekî genarî ku jê re mêvanxane digotin, bicih kirin. Malzemeyên paqijiyê jî nedidan me. Dixwestin ku em di nava wê gemarê de bimînin."

'MADEYÊN KANSEROJEN DIDAN'

Aydogan diyar kir, dema ku ji rêveberiya girtîgehê dixwestin ku malzemeyên paqijiyê bide wan, gardiyanan deterjanên ku madeyên kîmyewî û kanserojen tê de bûn didan wan. Aydogan bi dewamî got, "Ji ber bêhna giran a deterjanê, gelek hevalên me nexweş ketin û nekarîbûn hilmê bistînin."

Aydogan bi bîr xist ku Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tarsûsê gelek caran bi êşkenceyê kete rojevê û got, "Me berê di nûçeyan û medya civakî de dibihîst bê li vê girtîgehê çi diqewime. Lê tişta ku me dît û hate serê me, ji tiştên me bihîstî gelekî girantir bûn. Bi rêya êşkenceya psîkolojîk hewl didan berxwedêriya me bişikînin. Me digot ku em dixwazin xwe bişon. Ji bo xweşuştinê jî 5 lître av diviyabû bidan. Lê belê ew jî nedidan. Carna ava gemarî û bi herî ji depoya avê didan. Em di nava heriyê de diman."

CEZAYÊ HUCREYÊ DAN DAYIKEKE 70 SALÎ

Aydogan got, li wan dihate ferzkirin ku bi rengekî tazî werin kontrolkirin û wiha dewam kir: "Dema ku me ji wan re digot ku em ê vê qebûl nekin û nîqaş dikir, hingî cezayê hucreyê didan me. Cezayê hucreyê li dayikeke me ya 70 salî birîn. Dema berdana gelek hevalên me hate taloqkirin. Kiryarên li girtîgehê ne kêmî yên darbeya 12'ê Îlonê bûn. Lîsteya diyetê nedidan xwişka min a nexweş. Xwarina ku diviyabû bixwara nedidan. Li xwe kêm kir û daket heta 38 kîloyî."

Şukran Aydogan ragihand ku sala 2016'an wê bi xwişka xwe Merve Aydogan re li Ceyhanê kargeheke dirûtinê vekiribû, lê piştî hatin girtin, karê wan sekinî.

Aydogan niha hewl dide kargeha xwe ji nû ve veke.