Di êrîşa li Qirimê de 18 kes mirin

Di teqîna li dibistanekî pîşeyî ya Qirimê de 18 kes mirin.

Serokwezîrê Qirimê Sergey Aksîonov ji qanaleke televîzyonê re axivî û got ‘Di êrîşa bombeyî ya li dijî dibistaneke amadeyî bajarê Kerçê de 18 kes mirine.’

Li gorî rayedaran di teqînê de 50’î kes jî birîndar bûn. Serokwezîr Aksîkonov ragihand ku êrîşkar 22 salî ye û di heman dibistanê dixwîne. Aksîkonov diyar kir ku êrîşkar piştî teqînê xwe kuştiye.

Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Netewî ya Rûsyayê ragihand ku cenazeyê gumanbarê ku bi çekê xwe kuştiye, li avahiya amadeyî ya pîşeyî hatiye dîtin.