Tevgera Azadî ji bo çareseriya ji kirîzan projeya çareseriyê pêşkêş kir

Tevgera Azadî di salvegera 4’an a damezirandina xwe de ji bo çareseriya krîzên li Herêma Kurdistanê projeyek a çareseriyê ya berfireh parve kir.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê di merasîma 4. salvegera damezrandina xwe ya li salona Ecwa Park a Silêmanî de projeyeke çareseriyê, ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên li Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Di projeyê de mijarên rêveberî, siyaset, aborî, ewlekarî û civakî hatine destgirtin û pêşniyarên pratîkî hatine pêşkêş kirin.

Proje ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ve hate xwendin.

Tevgera Azadî di projeyê de nebûna demokrasiyê dike navenda hemû pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê û ev tişt got: “Ev proje tê wateya berdewamkirina têkoşîna me ya demokrasî û netewî. Di bingeha hemû pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de nebûna demokrasiyê ye. Ji ber vê jî hemû pirsgirêk dikarin bi hişmendî, siyaset û sîstemeke demokratîk werin çareser kirin. Em ê di vê projeyê de xeta xwe ya têkoşînê û rêyên çareseriyê pêşkêş bikin.”

Di projeyê de çar hêmanên sereke; siyaset, rêveberî, aborî û civakî hatin destgirtin.

PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ

"Di demeke herî zû de komîteyek ji mirovên pispor, bê alî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî were avakirin ji bo reşnivîsa destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê amade bikin ku bi qanûn û prensîbên demokrasiyê re bigunce, ji bo derbaskirina hemû pirsgirêk û qeyranan.

Her sê mekanîzmayên rêveberî, zagonsaz û dadgeha herêma Kurdistanê ji ber erka xwe pêk neanîn bû desthilatek hizbî û ev jî bû sedem ku sîstema Herêma Kurdistanê têk biçe. Divê ev her sê sazî erka xwe pêk bînin.

Divê peywendiyên di navbera Iraq û herêmê de werin asayîkirin, nûnerên Kurd yên li Bexdayê dûr ji berjwendiyên hizbî erkên xwe yên netewî û niştîmanî pêk bînin, ji bo avakirina Iraqeke demokratîk, federal a mafê gelê Kurd di tê de tê parastin.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Iraqê û di asta navnetewî de werin sererast kirin, li gorî berjewendiyên Herêma Kurdisatnê û doza gelê Kurd be.

Pirsgirêkên herêmên yên dikevin madeya 140 ku heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Herêma Kurdistanê karîne çareser bikin, divê di warê rêveberî, aborî û ewelkariyê de xwedî rol bin û ev herêm bixwe bikarin xwe birêve bibin. Lewra bi awayeke lez divê hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin.

Divê siyaseteke demokratîk were esas girtin û jin bi awayeke hevseng û pêşeng beşdarî siyasetê bibe. Em di wê baweriyên de ku ev sîstema niha ku jin ji derve hiştiye, ti proje û planeke ji bo derbaskirina wê nîne. Ji ber jî pêwîste îradeya jin di qada siyasî û li hemû qadên din de esas were girtin û ev jî di qanûn û pratîk de were bicih kirin.

PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYÊ

Pêwîste sîstema parlementoya herêmê sîstemeke demokratîk be.

Divê sîstema parêzgehan sîstemeke ne navendî be û însiyatîf zêdetir ji bo meclîs û şaredariyan were dayîn. Ji bo bikarin xizmeteke baştir ji bo welatiyan bikin, divê bîrokrasî û elîtbûn were rakirin û zêdetir însiyatîf ji bajarok û navçeyan re were dayîn.

Ji bo têkbirin û nehiştina nelirêtî, desteya destpakî (kontrol) ji kesên pispor û şareza, bê alî û demokratîk pêk were. Dadgeh jî divê dosyayên tên berdestê wan zelal bikin.

Hêzên ewlekariyê pêşmerge, polîs, asayîş û îstîxbarat ji bin hegemonya hizbî û şexsî werin derxistin û nîştîmanî bin. Bi şerta ku ji aliyê kesên serbixwe û pispor ve werin rêveberiin.

Avakirina her cûre sîstemeke demokratîk, bi şerta ku ciheke girîng ji bo beşdarbûna jin bidin. Em di wê baweriyê de ne ku li hemû sazî û dezgehan, di nava qanûn û rêveberiyê de pêwîstî heye ku her cûre guhertin têde çêbibe. Ciheke taybet ji bo jinan jêre veqetîne û jin di rêvebirina sîstem de xwedî rol be.

PIRSGIRÊKA ABORÎ

Avakirina desteyek ji kesên pisporên aborîzan ji bo pêşengiya hilberîna çavkaniyên xwezayî bikin. Her wiha ev desteye bikare dahata firotina van çavkaniyên xwezayî bi awayeke zelal eşkere bike.

Rakirina qanûna paşxistina mûçe. Rêxistinkirina dabeşkirina her cûre mûçe li gorî maf û erkên wan. Pîvana vê jî ked û pêwîstîbe, ne ku li gorî meqam û desthilat be.

Li beramber hawirdekirina berhemên derve ji bo herêmê, pêşxistin û zindîkirina hilberîna herêmî di qada çandinî, pîşesazî û sawalkariyê de. Pêkanîna pêwîstiyan û bi kesên ku di vê mijarê de xwedî qabiliyetin re bûyîna alîkar.

PIRSGIRÊKA CIVAKÎ

Li hember ew pirsgirêkên ku civak ji ber wê dinale (kuştina jin, zêdebûna bikaranîna madeyên hişber, xirapkirina çand, koçkirina ciwanan û welatiyan ji bo derveyî welat) em çareseriyê di hişyarkirin û perwerdekirina civakê de dibînin. Ev jî avakirina hinek akadmeiyên fikrî, siyasî, çandî, jîngehî ne. Bi perwerdekirina ferd wê hemû civak jî perwerde bibe. Pêxistina fikrê mirovhezî û demokrasiyê. Di vê mijarê de rol dikeve li ser dibistanan, ragihand û saziyên çandî.

Bi rêya têkoşîna demokratîk ya girseyî zextê li ser hikûmetê û aliyên peywendîdar bike ku ji bo pêşî li rewşa niha ku civak têde dijî bigirin.”